Makêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Safok, makêşa herî biçûk, bo çayê

Makêş alava darivandinê, fîltrekirin, parzûnkirinê ye. Di gelek warên jiyanê de tên bikaranîn û di zimanê kurdî de gelek binavkirinên wê hene.

Cureyên makêşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Makêş, navê giştî û herwiha navê ya di wekî meqarneyê xwarin pê tê darivandin e
  • Mevsik, ya çorsane û qulên wê mezin e, bo mînak a di înşeatan de tê bikaranîn
  • Parzûn, pirranî ji qumaşê ye û tê dardekirin, bo mînak parzûna pê penîr tê parzûnkirin
  • Safok, sefînok, ên biçûk in, bo mînak bo çayê
  • Palan (makêş)
  • Şirşirk
  • Kefgîr, heskên qulqulîne, bo girtina kefa xwarinê
  • Serad
  • Bêjing, bo bijartina heban, bêjinga ard (arvan)
  • Moxil, bêjingên ku qulên wan hûrik, bi bejnê mezin in
  • Sîtok, cureyek bêjingê ye, qulên wê mezin in