Malmîsanij
Malmîsanij anku Mehmet Tayfun (z. 1952) rojnamevan û nivîskarek kurd e. Ew bi zazakî, kurmancî û tirkî dinivîse.
Jiyan û kar [biguherîne]
Malmîsanij di sala 1952yan de li gundekî Amedê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya pêşîn û navîn li Kurdistanê û ya bilind (zanînbgeh) jî li Enqereyê qedandiye.
Malmîsanij di navbera salên 1975 û 1981ê de di zîndanên Tirkiyeyê ve bû. Di sala 1982yan de wî bar kir biyanistanê.
Malmîsanij li Zanîngeha Sorbonne (Parîs) û Zanîngeha Uppsalayê (Swêd) beşê zimanên îranî xwendiye. Paşî wî li Zanîngeha Linköpingê (Swêd) perwerdenasî xwend. Taliyê ew ji Zanîngeha Göteborgê (Swêd) bû master.
Malmîsanij herî zêde bi zazakî, kurmancî û tirkî dinivîse. Ew yekemîn kes bû ku piştî Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî bi zazakî binivîse. Malmîsanijî û hin hevalên xwe di salên 1979 - 1980î de kovarek bi navê Tîrêj derdixist ku bi kurmancî û zazakî bû. Di sala 1987an de ferhenga Malmîsanij ya zazakî hat weşandin. Wî herwiha Mewlûda Ehmedê Xasî û Usman Efindiyê Babijî ji alfabeya erebî kir bi alfabeya latînî û ew herdu helbestvanên kurd dan nasîn.
Malmîsanijî ta niha di bi dehan rojname û kovarên kurdî de nivîsiye. Ew herwiha wek yek ji birêveberên van kovaran xebitiye: Tîrêj (Îzmîr), Hêvî (Parîs), Armanc (Stokholm), Çarçira (Stokholm), Wan (Stokholm), Çira (Stokholm).
Malmîsanij sala 2005an Xelata Pîremêrdî wergirt.
Niha Malmîsanij li Swêdê dijî û endamek Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye.
Ta niha gelek ji berhemên Malmîsanij li erebî, fransî, swêdî û tirkî hatine wergerandin.
Berhem [biguherîne]
- Yüzyılımızın Başlarında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Uppsala, 1986, 124 rîpel
- Ferhengê Dimilkî-Tirkî, Uppsala, 1987; İstanbul, 1992, 431 rîpel
- Herakleîtos, Uppsala, 1988, 51 rîpel
- Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992), Ankara, 1992, 465 rîpel (Malmîsanij & Mahmûd Lewendî)
- Folklorê Ma ra Çend Numûney, Uppsala, 1991; Îstanbul, 2000, 319 rîpel
- Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Stockholm, 1991; İstanbul, 1991
- Abdurrahman Bedirhan Ve İlk Kürt Gazetesi Kürdistan sayı: 17 ve 18, Stockholm, 1992, 138 rîpel
- Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri İçindeki Yeri, Stockholm, 1993; Îstanbul, 1993
- Cızira Botanlı Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi Derneği’nin Tutanakları, Stockholm, 1994; İstanbul, 2000
- Kırd, Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri, İstanbul, 1996, 88 rîpel
- Ferhengekê Kirdkî-Pehlevkî-Kurmanckî, Stockholm, 1997, 38 rîpel
- Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Stockholm, 1998; İstanbul, 1999
- Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund, villkor, betydelse, Stockholm, 1998, 64 rîpel
- Gotibûn Ku.../Vate/ 136 rûpel/2006
