Malzarok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Malzarî hat beralîkirin)
Malzarok endamek mêyekoendama zaûzê ye.

Malzarok an jî mindaldan (bi latînî: uterus) endamek koendama zaûzê ya mêyan e. Di hewzekelênê de, di navbera mîzdank û tortorîkê de bi şeweyê hîrmiyek serbijêr dirêj dibe.[1]

Dîwarê malzarokê bi lûsemasûlkeyan, navpoşê malzarokê bi lûleyên xwînê û rijênên lincê dewlemend e. Di dirêjiya ducaniyê de, perisîna embriyo û korpeleyê di nav malzarokê de rû dide. Hinek bester (bi înglîzî: ligament), malzarokê di nav hewzekelênê de bi hestiyên piştena hewzê ve girê dide, bi vî awayê cihê malzarokê sabît dibe.[2]

Anatomiya malzarokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi gelemperî qebareya malzaroka mêya neducanî bi qasî kulmek guvaştî ye. Dirêjiya malzarokê bi qasî 7.5 cm, firehiya wê 5 cm e, stûriya dîwarê wê 2.5 cm e.[3] Giraniya malzarokê bi qasî 40-50 gram e.[4]

Qeberaya malzarokê ya kesa neducanî, bi qasê kulmek guvaştî ye.

Malzarok ji sê beşên sereke pêk tê; biniya malzarokê, laş û stûyê malzarokê

Biniya malzarokê (bi latînî: fundus)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa ko li aliyê jorê devê cogên hêkê dimîne wekî binîya malzarokê tê navkirin. Ev beş bi şêweyê qubeyî ye.

Laş (bi înglîzî: body)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşa serekî ya malzarokê ye, ji asta cogên hêkê dest pê dike her ko ber bi jêr ve diçe, teng dibe, heta devê navî yê stûyê malzarokê dirêj dibe. Çeqîn û perisina embriyoyê di nav rûyê navî yê beşa laş de rû dide.

Stûyê malzarokê (bi latînî: cervix)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li aliyê jêr de malzarok teng dibe û ber bi nav zêyê dirêj dibe, beşa teng wekî stûyê malzarokê tê navkirin. Stûyê malzarokê pêkhateyek lûleyî ye, di beşa herî jêrê malzarokê de cih digire, malzarokê bi zêyê ve girê dide. Beşa nêzikê malzarokê wekî devê navî tê navkirin. Beşa nêzîkê zêyê jî wekî devê derve tê navkirin. Coga stûyê malzarokê di navbera devê navî û devê derve de cih digire. Stûyê malzarokê lince made der dide.[2]

Pêkhateya dîwarê malzarokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwarê malzarokê ji sê çînan pêk tê:

Çîna derve wekî betanê malzarokê (bi latînî: perimetrium) tê navkirin. Çîna naverast wekî masûlkeya malzarokê (bi latînî: myometrium), çîna navî jî wekî navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) tê navkirin.[5]

Dîwarê malzarokê ji sê çînan pêk tê.

Betanê malzarokê (çîna derve)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê yewnanî de ji bo malzarokê peyva ‘mētra’ tê bikaranîn herwisa pêşgira ‘peri’ jî ji bo derdor, dorhêl tê bikaranin.[6] Ango “perimetrium” bi wateya tişta li derdora malzarokê, an jî tişta ko malzarokê dipêçe tê bikaranîn. Ev pêkhate bi kurdî wekî “betanê malzarokê” tê navkirin. Betanê malzarokê li aliyê pêşî de, beşa binî û beşa laş a malzarokê dadipoşe û dirêjê ser mîzdankê dibe. Li aliyê paşiyê de, betanê malzarokê hemû beşên malzarokê dadipoşe û ber bi tortorîkê ve dirêj dibe. Di herdu kêlekan de, biniya malzarokê tenê bi betanê malzarokê dapoşî ye, betan ji vir ber bi cogên hêkê dirêj dibe.[4] Betanê malzarokê ji rûkeşeşaneya pahn a tekrêzî (bi înglîzî: simple squamous epithelium) û bestereşaneyê pêk tê. Betan şile der dide û malzarokê ji lêkxişandina hawirdorê diparêze.

Masûlkeyên malzarokê (çîna naverast)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna naverast ji çînek stûr a lûsemasûlkeyan pêk tê û wekî masûlkeyên malzarokê tê navkirin. Piraniya malzarokê ji masûlkeyan pêk tê. Rîşalên masûlkeyên malzarokê bi şeweyî dirêjkî, çeprastî û bazinî li ser dîwarê malzarokê de cih digirin.[3] Rîşalên masûlkeyê bi lûleyên xwînê dewlemend in. Bi dirêjiya ducaniyê de her ko mindal di nav malzarokê de gir dibe, masûlkexane jî dirêj dibin û malzarokê fireh dikin. Dema zarokbûnê (zarokanînê) jî masûlke girj dibin û dergûşê ber bi coga zayinê pal didin.[7] Piştê ducaniyê di nav şeş mehan de,dirêjî û qebareya masûlkeyên malzarokê dadikeve rewşa xwe ya asayî.[8]

Navpoşê malzarokê (çîna navî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna navî ya dîwarê malzarokê wekî navpoşê malzarokê tê navkirin. Navpoşê malzarokê perdeyek lincî ye, bi rijênên lincê û bi lûleyên xwînê dewlemend e. Navpoşê malzarokê ji bestereşane û rûkeşeşaneyê pêk tê. Li gor erkên xwe di navpoşê malzarokê de du çîn heye. Çîna li ser masûlkeyên malzarokê, çîna bingehîn e. Çîna bingehîn li gel bestereşaneyê, xaneyên rûkeşeşaneyê jî lixwe digire. Çîna li aliyê kelênê malzarokê, çîna çalak e û ji xaneyên rûkeşeşaneyê û lûleyên xwînê pêk tê. Bi bandora hormonên procesteron û êstrocen ji çîna bingehîn xaneyên nû çêdibe û çîna çalak stûr dike ko çeqîna embriyo rû bide. Her wisa bi çerxa mehane her meh beşek ji xaneyên çîna çalak dimirin, ji malzarokê tên qetandin û avêtin. Ango heke ducanî rû nedabe, beşa çalak a navpoşê malzarokê her meh piçek stûr dibe, paşê dîsa tenik dibe. Li gel derdana lince madeyê, navpoşê malzarokê ji bo hêk û sperman jî hin madeyan der dide. Şileya derdana navpoşê malzarokê ji av, hesin, potasyum, sodyum, klor, glukoz û proteînan pêk tê. Glukoz xurek e ji bo sperm û hêkê. Proteîn çeqîna embriyoyê ya nav navpoşê hêsan dike. Madeyên din ên şileya derdanê, hawirdorek guncav dabîn dike bo hêk û sperman.[8]

Erkê malzarokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêk di nav coga hêkê de tê pîtandin. Hêka pîtandî bi dabeşbûnê, hejmara xaneyên xwe zêde dike û wekî embriyo digihîje nav malzarokê. Embriyo noqê navpoşê malzarokê dibe. Bi noqbûna embriyoyê, rûkeşeşaneya navpoşê malzarokê, embriyoyê dipêçine. Bi vî awayê bi dirêjiya ducaniyê de malzarok piştgiriya perisîna embriyo û korpeleyê dike. Li dawiya ducaniyê, girjbûna lûsemasûlkeyên malzarokê, dergûşê ber bi coga zayînê tehn dide.[7] Di her çerxa mehaneyê de li gel hêka nepîtandî beşek ji navpoşê malzarokê tê qaşkirin û avêtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ "peri." Random House Kernerman Webster’s College Dictionary. 2010. 2010 K Dictionaries Ltd. Copyright 2005, 1997, 1991 by Random House, Inc. 4 Jan. 2022 [1]
  7. ^ a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  8. ^ a b Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "uterus". Encyclopedia Britannica, 7 Jun. 2019, [2] Accessed 4 January 2022.