Manî (pêxember)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Manî (216-276), pêxemberê kurde sedsala 3. e. Ola ku Manî saz kiribû, her çiqas îro ji holê rabûbe jî, di wê demê de alîgirên wê zaf bûn. Ola Manî li rojhilata Navîn derkete holê û bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta Pasîfîkê belav bûbû û ji hezar salan zêdetir dom kiribû.

Ola ku Manî saz kiribû, sentezeke balkêş a olên din e. Manî Zerdeşt, Bûda û H.z. Îsa wekî pêxemberên rasteqîn dibîne lê li gorî angaşta wî, piştî wan, wî wehiyeke hevgirtîtir standiye.

Di ola Manî de her çiqas hêmanên Bûdayî û Îsewî hebin jî (qene ji bo rojavayiyan) doktrîna herî balkêş ji dualîzma Zerdeştî hatiye standin. Manî daye hînkirin ku cîhan, ne ji aliyê xwedayekî ve tê birêvebirin, zaftir qada têkoşîna di navbera du hêzan de ye. Yek ji van “hêmana bed kuManî ew bi tarî û daringê re wekehevî kiriye; ya dî "hêmana baş" ku bi ronahî û ruhê re wekehevî kiriye. Ji ber vê yekê ramanên xweda û şeytên ên di ola îsewî de tîne bîrê; lê di ola Maniyî de hêmanên baş û bed wekî xwediyên hêzên wekhev têne zanîn. Di encama vê baweriyê de bedbûna felsefeyî ya ku feylesofên Îsewî û Cihû dixe nakokiyan, di felsefa Manî de nabe pirsgirêk.

Li vê, ji bo bi kitekit ravekirina ola Manî cî tune. Lê divê bê xuyakirin ku di ola Manî de, ji ber ku ruhê mirov bi hêmana baş û laşê mirov jî bi hêmana bed re wekehev bûye, alîgirên ola Manî bawer dikin ku divê ew xwe ji bihevrebûna cinsî -eger ji bo zêdebûnê be jî- dûr bigirin. Wekî din goştxwarin û şerabvexwarin jî hatibû qedexekirin.

Dema mirov ji dûr ve li vê doktrînê dinêre, mirov dibêje ku divê alîgirên vê olê ne pirr bin. Lê ev qedexe ji bo endamên ji rêzê yên Dêra Maniyî derbas nedibûn. Ev qedexe tenê ji bo mirovên navê "bijartî" li wan hatibû danîn û hejmara wan hindik bû, hatibûn danîn. Endamên ji rêzê "banghinêr" dikarin bizewicin (ji xwe re dostik bigirin), bibin xwedî malbat, goşt bixwin û şerabê vexwin. Hinek peywirên ku diviyabû banghinêr bi cih bînin hebûn, divêt wan piştgirî dabûya bijarteyan, lê tevgera ehlaqî ya ku ji wan dihate xwestin bi qasî bêmantiqiyê ne dijwar bû. Ruhên bijarteyan li dû mirinê rasterast diçûn bihuştê; lê ev yek ji bo banghinêran demek digirt. Lê hinek rêolên Maniyî yên wekî Katharî bawer dikirin ku wê banghinêr jî wekî bijarteyan bi hêsanî herin bihuştê.

Manî di sala 216'an de li Mezopotamyayê, ku ev der di wê demê de parçeyeke Keyîtiya Persan bû, hate dinê. Manî kurd bû û xizmê Arsacît an jî xizmê malbata serdest a Part bû. Her çiqas piraniya persiyan girêdayî ola Zerdeştî bin jî malbata Manî di bin bandora rêola Îsewî de bû. Di duwanzdeh saliya xwe de xeyalên olî dîtin û di bîst û çar saliya xwe de ola xwe ya nuh derxist. Dema di destpêkê de li welatê xwe bi ser neket çû bakurê rojavaya Sindê (Hind), li wê derê fermandarekî cîgayî hatiye ser ola wî. Manî sala 242'an vegeriya kurdistanêê û Key Şapûrê I. ew qebûlî hizûra xwe kir. Şapûrî ola wî qebûl nekiribe jî di bin bandora Manî de maye û hiştiye ku ola xwe ya nû li Keyîtiya Persan belav bike. Manî, piştî vê destûrê sî salan, di dema Şapûrê I. û Hurmizê

I. de, ola xwe da hînkirin û belav kir. Di wê demê de alîgirên ola Manî zêde bûn û Manî mîsyoner şandin welatên der û dor lê ji ber vê yekê dijminahiya rahîbên Zerdeştî zêde bû. (Di wê demê de, li Îranê ola fermî Zerdeştî bû.) Di sala 276'an de, gava Behramê I. bû key, Manî hate girtin û ew avêtin zindanê. Piştî bîst û şeş rojan, Manî di îşkencê de mir.

Manî, bi zimanê persî pirtûkek û bi zimanê syriac (zimanekî nêzî zimanê aramaîk a di dema H.z. Îsade ye.) jî gelek pirtûk nivîsandine. Ev ji bo ola Manîyî bûne pirtûkên zagonî. Her çiqas bi jiholêrabûna olê re ev pirtûk winda bûbin jî, hinek ji wan di sedsala 20. de hatine dîtin. Maniyî, ji rojên pêşî ve tevgereke mîsyonerî bû. Gava Pêxember Manî li heyatê bû, ola wî ji Hindê heta Ewropayê alîgir dîtin. Ola wî, piştî mirina wî jî gelekî belav bû. Li rojava heta Îspanyayê, li rojhilat heta Çînê belav bû. Di sedsala 4. de gate dema xwe ya herî xweş û li rojavayê ji bo Îsewîtiyê bû reqîbeke giran. (Ezîz Augustînus Çar salan bûye endamê Maniyiyê.) piştî ku Îsewî bû ola fermî ya Romayê, Maniyiyan gelek tadayî dîtin û ola Manî di sala şeş sedan de, li rojava, hema bêje ji holê rabû.

Lê li Mezopotamya û li Îranê hêza xwe domand. Ji wê ber bi Asya Navîn, Tirkistan û Çînê ve belav bû. Di sedsala 8. De bû ola fermî ya Ûyxuran. (Di wê demê de aliyeke mezin ya rojavaya Çînê û Moxolistan di destê Ûyxuran de bû.) Ji wê, li çî nê û Tayvanê belav bû. Lê di sedsala 7. de, dema misilmanî bi pêş ket Mniyî jî bi paş ve çû. Di sedsala 8. de, dema xelîfeyên Ebasiyan li Bexdayê, bi zixtî li hember Maniyiyan derketin, Maniyî bandora xwe li Mezopotamya û li Îranê winda kir. di sedsala 9. de li Asya Navîn jî bi paş ket û di sedsala 13. de, bi dagirkirina Moxolan bi temamê ji holê rabû. Lê Marco Polo, di sala 1300'î de, li rojhilatê Çînê laqî komên Maniyiyan bûye.

Li Ewropayê jî hinek rêolên ku ji Maniyiyê qetiyane xuya dibin. Di sedsala 7. de li Keyîtiya Bîzansê Paulusî xuya kirin. Di sedsala 10. de Bogomîlî ku gelek bihêz bûn, li balkanan derketin holê. Lê di nava wan rêolên ewropayî de ya herî girîng Kathasarî bû. Ji ber ku ew ji bajarê Albiyê bûn (Albî, li Fransayê kela wan a herî girîng bû.) ji wan re Albiyî jî tê gotin. Katharosiyan, di sedsala 12. de li Ewropayê, bi taybetî li başurê Frensayê, xwe wekî Îsewî didîtin lê desthilatdarên dêra Îsewiyan, ew wekî bêol didîtin. Papayê herî bihêz û nexweşbîn a serdema navîn, Papa Înnocentîusê III. li hemberî wan banga sefereke xaçparêz kir. sefer di sala 1209'î de dest pê kir; di sala 1244'î de bi mirina gelek Albiyan û wêranbûna başurê Frensayê, Albî têk çûn. Lê Katharosî heta sedsala 15. li Îtalyayê dom kiriye. Bandora her olê li ser jiyana alîgirên xwe heye. Ji ber vê yekê sazendeyê oleke piçûk jî, bi pirranî xwedî bandoreke mezin e.

Dilqa kesayetiya Manî, di afirandina vê ola nû de gelek mezin e; olê saz kiriye, teolojiya wê bi pêş xistiye û zagonên ehlaqî bicî kirine. Raste ku zafê ramanên xwe ji ramanên kevn standiye; lê kesê ku ev raman veguhestine ramaneke nû û cuda, Manî ye. Bi şorindan gelek alîşgir dane hev. Rêxistina dêrê afirandiye. Pirtûka pîroz a olê nivîsandiye.

Mirov, mirovekî wekî Manî ku tevgereke wisa li dû xwe hiştiye, zaf kêm dibîne. Heke Manî tune bûya, oleke wisa jî wê tune bûya. Ji ber vê yekê Manî ji gelek zana û daneran girîngtir e.

Michalel H. Hart (En etkin 100)
Raguhestin: Siya Zerdeşt Pencinarî