Manîfestoya Komunîstî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Manîfestoya Komûnîstî hat beralîkirin)
Pirtûka Manîfesto

Manîfestoya Komunîstî (bi almanî: Das Manifest der Kommunistischen Partei an jî tenê Das Kommunistische Manifest) ew manîfestoya ko ji hêla Karl Marx û Friedrich Engels di sala 1847'an de li Londonê bi daxwaza yekîtiya Komunîstan re hatibû nivisîn. Ew di 1848'an di dema Şoreşa Şibatê de li London û Fransayê dema Şoreşê Adarê jî li welatên din belav bû.

Çapa Pêşin û Çapên bi Zimanên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bingehên program û lênêrîna jiyanêyê Marx û Engelsê ko paşê bi gelemperî wek Marksîzm hat zanîn di vê manîfestoyê de hatibû rave kirin. Di rûpela destpêkê manîfestoyê de navê Marx û Engels tev şûn digirin. Lê di 1883'an de di pêşgota çapa Elmanî de Engels wiha dinivise: "Fikrên bingehên ko di manîfesto de serwer ditînî... bitenê û bitûnî eyda Marx in."

Karl Marx

Çapa Manîfestoya pêşinê ko bi rengekî keska tîr, di 1848'an li Londonê hatibû çap kirin. Ew çapa bi zimanê almanî bû. Wergera wêyê îngîlîzî ji hêla Helen MacFarlane di 1850'î de hat kirin. Ew navbera 1872'an de heta 1893'an bi pêşgotinên cida yên ko hin zimanên din hat çap kirin: Di 1871'an de bi fikrên Marx û Engels ên li ser Komûna Parîsê, di 1882'an de bi pêşgotinekê ji nû ve bi rûsî, bi Marx di 1883'an de mir re jî, 1890'an de bi pêşgotinên Engels almanî, 1892'an de bi zimanê polonî, 1893'an de jî bi îtalyanî hat çap kirin.

Manîfesto bi peyvên ko komunîzmê dişibîne şevreşkekê dest pê dike „Şevreşkek li Ewropayê digerê – Şevreşka Komunîzmê. Hêzên Ewropayê kevin bo ko vê şevreşkê def bikin hevlabendîyekê pîroz pêkanîn: Papa û çar, Metternich û Guizot, radîkalên fransî û ajanên polîsê almanê..." Ew bi bangê navdar jî xelas dibe: „Prolêterên hemû welatan, yekbin!“.

Ew manîfestoya 30 rûpelan ji çar beşan pêk tê.

Beşa pêşin: Birjûva û Proleterya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marx û Engels di va beşa manîfestoyê de pêşketinên cîvakîyên heta wê çaxê wek têkoşîna çînan salix didi. Heta niha Azad û Sklav, Patrîsyan û Pleb, Baron û serf... Gorî Marx û Engels jî niha ew têkoşîna çînan peresendîye têkoşîna navbera birjûva û proleteran.

Friedrich Engels

Beşa duyem: Proletar û Komunîst[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî Marx Komunîst Partî ne li hembera tu partiyên karkeran e. Gorî Marx û Engels Komûnîst bo ra kirina milkên şexsî têkoşînê dikine. Dîsa gorî Manîfestoyê Komunîstan tu welat tune ne û hemû komûnîst di çîna proleterê de ne.

Beşa sêyem: Lîteratûra Komunîzm û sosyalîzm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê beşê de Marx û Engels beşên Komunîzm û Sosyalîzm û merhaleyên wan salix didin.

Beşa çaram: Şûna Komunîst Partî di li hembera Partiyên hember de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê beşê de Marx û Engels li hin welatên dijên tevgerên komunîstan û rewşê wan salix didin.

Banga navdara Manîfestoyê Prolêterên hemû welatan, yekbin!, li ser tirba Karl Marx li Londonê

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]