Mars One

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rêberê projeya Mars One Bas Lansdorp e.

Mars One saziyek şexsî ya holendî ye. Armanca vê saziyê ew e ku heta sala 2025an mirovan bişînin li ser Behramê û ji wan re wargehekê ava bikin[1]. Rêberê projeyê Bas Lansdorp e. Hevkariya bi zanistên zanîngeha Twente hatine peymankirin.

Pêşnûmaya vê erkê ew e ku esmanger venegerin li ser zemînê û heta dawiya jiyana xwe li ser Behramê bimînin[2]. Gelek mirov daxwaza berendamiyekê ji Mars One re şandine.

Tevdîrkirin[biguherîne]

Terxan[biguherîne]

Li gor Mars One wê vê projê bikin pername di wêneguhêzê de û jî vî alî were texandin. Wê taybetmendiya vê bernamê zanistî be. Li gor nirxandinan wê şeş milyar dolarên emerîkî[3] li vê projeyê werin xerckirin.

Merc[biguherîne]

Mercên wê kamilbûna mirov e. Ji xeyrê wê divê beşdarên wê bi zimanê înglîzî zanibin û danûstendina wan bi mirovan baş be. Ji xwe divê tendirîstiya wan jî baş be. Rêwîtiya ji Zemînê heta Behramê heft mehan li ser erdê dewam bike. Bi rê de tavdanek dijwar heye. Piştî gihiştina li ser Behramê wê esmanger di deverekê pirr sar bijîn (derdora -63 °C). Atmosfera Behramê zor tenik e û bi taybetî ji karbondîoksîd pêk tê.[4]

Têknolojî[biguherîne]

Gelek şirketên navnetewî yên di warê gerdûnnasiyê de kar dikin gotine darin beşên pêwîst bighînin. Di nav wan de ev in:

Planên rêbazê[biguherîne]

Li gor planên Mars One wê di sala 2016an de peyka têkiliyê li dora Behramê bi cîh bînin û di sala 2023an mirovên yekemîn bighînin ser rû yê Behramê. Piştre her du sal wê komên din ji esmangeran dakevin ser Behramê.

  • 2013: Ji bo hilbijartinan 202.586 mirovan[5] daxwaziya berendamyektiyê kirina. Bi kêmanî 2.782 ji wan [6] buhayê berendamiyê dan û karibin bibin berbijêr.
  • 2014: Wê 40 ji esmangerê yekemîn bên bijartn û di wargehekê mîna ya wê li ser Behramê were ava kirin rahênan bikin.
  • 2015: Esmanger wê dest bi rahênanan bikin.
  • 2018: Wê erkek pêşkêşkirinê bi granbûna 2,5 ton ji bo hacetan bi keştiya ezmanî Dragon ya SpaceX were şandin. Ji xeyrî wê wê peyka yekemîn ji bo têkiliyê bişînin ser Behramê.
  • 2020: Robotek ji bo cihê wargehê bibîne wê were şandin.
  • 2023: Pênc modûlên din yên Dragon werin ava kirin, ji bo wargehêk dirist were avakirin.
  • 2024: Moşekek Falcon Heavy ya SpaceX wê koma yekemîn ji şilxeyên Behramê dest bi rêwîtiya xwe bikin.
  • 2025: Şilxeyên yekemîn wê bigihên ser rû yê Behramê
  • 2027: Koma duyemîn ku ji çar kesan pêk tên wê bigihên li ser exterê.

[biguherîne]

Di 31'ê tebaxê sala 2012 nûnerek yê vê projeyê got yekemîn sponsor pere ji bo alîkariyê şandin.[7] Sponsor û alîkar ev in:[8][9]

Çavkanî[biguherîne]