Masûlke
Masûlke an jî masîlik, di bedena mirovan da kemanî 650 masûlke hene. Ew ne tenê di pil û qoran da, her usa li pir deren bedene mirovan da hene. Erka wan pêkanîna livînê ye. Ji masûlkeyan ra goştê sor jî dihêt gotin. Ew erka livînê bi alîkariya birîk, livok û hestiyan bi cih tînin. Mirov dikare masûlkeyên ku di xwînboriyan da û di pir endamên (organên) din da hene (li pişikê, rûvî, dil, aşik) bi navê masûlkeyên dûz û masûlkeyên livînê bisinfîne.
Masûlkeyên dilî tewirekî din peyda dikin. Masûlkeyên livînê jibo bicihkirina livînê hewcedarên emrekê mejî ne. Masûlkeyên di xwînboriyan, aşik, rûviyan da û yên dilî, hertim dixebitin; ango ew xwekar (otonom) in.
Masûlkeyên livînê li ser hestiyên cihekî dest pêdikin û li ser hestiyên cihekê din disekinînin. Li goreyê wê şûna xwe dikarin pîl, qor û cihên dî yên bedenê mirovan bilivînin.