Matematîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Matematîk, werze, bîrwarî yan jî bîrkarî, (ji yewnanî μάθημα, máthēma bi wateya "zanîn, hêmbûn"), zanîna li ser rewş û mercên çendatî kwantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîv e. Bîrwarî di tevahî zanistiyên pozîtîv de tê bikaranîn. Li gora zanyaran bîrwarî 200 sal zêdetir li pêşiya fizîkê dimeşe.

Wateya peyva matematîk[biguherîne]

Peyva matematîk ji μάθημα (máthēma) ya yewnanî tê. Wateya wê di yewnaniya kevn de mîna zanîn û hêmbûnê bû. Di zimanê wan ê anahîn de wek ders tê bikaranîn.

Dîroka matematîkê[biguherîne]

Matematîka pêşdîrokî ji ber ku delîlê nivîsî tune ye, mirov kane bibêje a bi devkî ye. Bê guman pêşve çûna pêşîn divê pêkanîna jimareyan û jimartinê be[1]. Tête texmîn kirin ku vê pêşveçûnê ji pêwîstîyên jîyanê derketî[2]. Îhtîyacên komeleyan herçî zêde bûn jê re matematîkek bilindtir jî lazim bû.

Li çar şaristanên cîhana kevn (Mezopotamya, dora çemên Nîlê, Hindûs û Ganjê, Hwang Ho û Yangtsê) mirovan aboriya xwe bi ajotina erdan dikir. Bo bikaranîna erdên xwe û debrên xwe kontrol bikin matematîk bikar dianîn[3].

Zimanê matematîkê[biguherîne]


Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www-history.mcs.st-andrews.ac.uk/HistTopics/History_overview.html "An overview of the history of mathematics"
  2. http://www.math.tamu.edu/~dallen/masters/hist_frame.htm "The History of Mathematics->The Origins of Mathematics"
  3. http://library.thinkquest.org/22584/ "The Oriental Mathematics"

Girêdanên derve[biguherîne]