Maurice Maeterlinck
Graf Maurice Polydore Marie Bernard Maeterlinck (* 29'ê gelawêjê 1862 li Gent; † 6'ê gulanê 1949 li Nizza) nivîskarekî Beljîkayî bû û di sala 1911'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirt.
Jiyan [biguherîne]
Ew di malbateke Fransîaxêv de çavên xwe ji jiyanê re vedike. Hêj di zaroktiya xwe de dest bi nivîsandinê dike. Mixabin pirraniya wan berhevnake û êdî nînin. Perwerdeya dadnasiyê bidawîdike. Bi qasî demekê diçê Fransayê û li wir bi nivîskarên navdar ên wê demê re hevnasînê çêdike. Piştî demekê dirêj bi stranbêja navdar Georgette Leblanc, di sala 1919'î de Renée Dahon re dizewice. Drama û amadekirinên wî di Opera û şanoyan da balê dikişînîn. Ew ji xwe re koşkekê dikire û hêj jî ew koşk bi navê wî tê binavkirin. Ji ber vandalîzm û êrîşkariya Nazî direve DYAyê û heya 1947'î li wir dijî.
Hin ji berhemên wî [biguherîne]
- Serres chaudes (1889)
- Douze chansons (1896)
- Le Trésor des humbles (Xezîneya feqîran)
- La Sagesse et la destinée (1898)
- La vie des abeilles (Jiyana mozhinguvan)
- L'Intelligence des fleurs (1907)
- La vie des termites (Jiyana termîtan)
- La vie des fourmis (Jiyana gêleyan/gêreyan/mûriyan/kurmûriyan)
- La Princesse Maleine (1889) Prînses Maleine
- Les Aveugles (1890)
- L'Intruse (1890)
- Pelléas et Mélisande (1892)
- L'Intérieur [1895)
- Monna Vanna (1902)
- L'Oiseau bleu (Balindeya şîn)
