Med û Medya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


Med û Medya

Mādai (Bi zimanê persî) (?)


Împeratoriya Asûr
BZ 728 — BZ 549
Împeratoriya Hexamenişî



Împeratoriya Medî di salên 600'ê BZ de
Împeratoriya Medî di salên 600'ê BZ de

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Keyanî - Monarşî
 Paytext Ekbatan
 Ziman Medî
 Ol Zerdeştîtî
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
 BZ 612 Hilweşandina Nînova
 BZ 28'ê gulanê 585 Şerê Halîsê
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   Key
 728 - 708 Keyaksar (?)
 708 - 655 Diyako
 655 - 633 Ferwertîş
 633 - 625 Xeşterîtê
 625 - 585 Keyaksar
 585 - 549 Astiyag
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Împeratoriya Asûr Împeratoriya Asûr
Urartû Urartû
Împeratoriya Hexamenişî Împeratoriya Hexamenişî
Împeratoriya Med li Rojhilata navîn
Med li gor wêneyekî almanî (li dora 1860-80)

Medî aryanên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya koç kirine. Di pirtûka pîroz a Avestayê de hatiye ku ew diyar mîna bihuştê ye.

Med, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mediyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.

Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycanê re Meda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Meda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.

Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a Dema xwe ya Îraniya damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniya bi têkeliya mediyan û persiyan damezirîtên. Rola Medan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya Îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.

Derketin[biguherîne]

Di sala 550-728 BZ de Medan bingeha Padişahiya Aryayiyan damezirand, li destpêka sedsala 6 BZ padişahiya Mediyan paş girtina Asûr û Lîdya wek şehenşehiyek mezin xwe nişan da.

Hebûna dewleta zormend a Asûrê û êrişên wê li ser axa Medan, sebebê yekîtiya Mediyan û çikirêna artêş dijî Asûriyan bû.

Herodot dibêje: "Asûriyan Pênsed salan ser Asya mezinî kir, lê Mediyan qebul nekir, ewan bo azadiyê xebat kir û rizgar bûn."[çavkanî pêwîst e]

Dema Keyaniya Xeşterîtê Împeratoriya herî mezin di rojawa Asya yan di Med de bû.

Zimanê Medî[biguherîne]

Gotara mezin: Zimanê Medî

Ji zimanê Medî tenha çend peyv mane, kû ew ji di Yewnanî û Farsiya kevn de hatiye[çavkanî pêwîst e]:

  • Farnah: (înglîzî: diving glory, farsî: ferrêşahî)
  • Paridaiza: (kurdî: Buhişt,pardez (bi goranî baxçê kulîlkan) farsî: Perdîs)
  • Vazraka: (kurdî: Mezin, farsî: Bozorg)
  • Vispa:
  • Xshayathiya: (kurdî: Şeayanî)
  • Asen: (kurdî: Asên, farsî: Seng)
  • miora: (kurdî: Mêhr, farsî: Mêhr)

Bêguman zimanê Medî, Aryayî bû û gor gotina Êstrabon: Zimanê Medî bi Farsî û Sexdî û Baxterî nizîk bû[çavkanî pêwîst e].

Ola Medan[biguherîne]

Gotara mezin: Zerdeştî

Agahî li ser Olê(dîn) Medan pir kême. Li gor hinek çavkaniyên kevn, vana Agirperest bûne û heke gotinên dîroknasan rast be, Zayîna Zerdeşt di rex Gola Wirmê de bûye. Bêguman baweriyê Medan li ser Ahûra Mazda û Ehrîman[çavkanî pêwîst e].

Welat û Cîhûwarê Medan[biguherîne]

Welatê Medan bi gelemperî Zozanên çiyayî bû. Ev bilindahî di navbera 900 û 1.500 m ji deryayê bilind bû. Gelek cîh û dever beyarên bê av û çiya û banî bû, ji ber ku baran hindik dibarî. Lê pir dahl û mêrgên pir biber hebûn. Piraniya rûberên mezin bi aliyê beriyê ve diçin û lîtav çêdibe bi destê germahiya havînê av dimiçiqe hişk dibe û di şûna wê de xwê dimîne.

Sînorên xwezayî bo parastina cîhûwarê Medan gelek baş bûn. Çiyayên li aliyê rojava, yanî Çiyayên Zagrosê, herî bilindin. Ew gelek caran ji çarhezar metroyan bilindin, lê tenê Demavendê ku li ser Elburzê nêzîkî Deryayê Xezerê ye, 5.771 m ji deryayê bilin e.

Kar û barê medan[biguherîne]

Wek îro, wê demê jî bi gelemperî ew li gundên biçûk yan jî bi koçerî bi xwedîkirina pez û terşên xwe mijûl bûn. Nivîsên mixî yên ku ji êrişbûna Asûriyan li ser Medan vê gotine nîşan didin, hespên Medan pir bi nav û deng bûn. Ji vê sedemê gelek dijminên Medan êriş dikirin ser wan. Wekî din li ser zozanan û mêrgên dahlên mîh, bizin, ker, bargîr û çelek û mange ditewilîn[çavkanî pêwîst e].

Asûriyan carcaran gelê Med di wêneyên kevirî de bi awayekî gîzmeyên postî ku, bo şivantiyê di holikên çiyayî, berfî û bilind de pir sûdmend e, nîşan didan. Dîtinên ku bi destê arkeolojiyê hatine peydakirin, nîşan didin ku Medan di karê hesinkerî, zîfkerî û gewherfiroşiyê de gelek zana bûn[çavkanî pêwîst e].

Li gor hindik kesên, zana Medan navê xwe ji madena ku li welatê wan pir peyda dibe, girtîne. Li gor dîrokzanan sifira ku li Erxanî-Madenê tê derxistin, di dîroka mirovatiyê de kana gewheriya herî kevintir e. Heke mirov îro tenê li cîhên ku kanên gewherê welatê Kurdan binêre, rastiya vê gotinê tê ber çavan. Mesela tenê çend mînak ku, li Xulaman nezîkî Xarpêtê Krom, li Erxanî – Madenê sifir, navê Dêrsim – deriyê sim yan jî zîv, li Hezexê, Şiranê komir, li Batman heta Kerkûkê neft yanî petrol ji me re nîşan dide, li welatê Medan çi hebû û îro ji Medan kîjan gel pêk hatiye[çavkanî pêwîst e].

Cîranên Med[biguherîne]

Li dewrûberî Med de gelek xelk û netewe û hozên din hebûn. Bo nimûne li dewrûberî Gola Wirmê xelkek bi navê Skayiyan dijiyan. Hinek li rojavatir împeratoriyek bi navê împaratoriyê xaldîyan hebû. Li rojavayê Mediyan împeratoriyeke mezin hebû bi navê împaratoriya Asûriyan. Paytextê wan bajarê Nînewa bû ku dikeve nêzîkî Mûsil a îro[çavkanî pêwîst e].

Tixûbên Împeratoriya Med[biguherîne]

Her çend sînorên kevnên herêm û cîhûwarên Medan hatibe guhartin jî, lê bi gelemperî di herêma rojava û başurê Deryayê Xezer û çiyayîstana Elburzê bû. Sînorê başurê rojava digihîşt jorî gola Wirmê û derbasî dahlên rûber û çemê Arasê dibû. Çiyayên Zagrosê heta rûberê Dicleyê jî di navbera Med û Asûran de sînorê rojava bû. Sînorên rojhilat jî heta berî û çola mezin diçû. Li aliyê başur sînorê Medan digihîşt heta Îlamê.

Sinorên Împaratoriya Med li bakur digihîşte rûbara Eres û li başûr, heya Xûzistan û li rojhilatê heya Belx û li rojava jî digihîşte rûbara halîs. Îro wê wekî Qizilirmax (bi romî: Kızılırmak) binavdikin[çavkanî pêwîst e].

Împeratorya Medan[biguherîne]

Medan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnda nehiştin. Agahiyên li ser wan ya ji Pirtûka Pîrozê yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin.

Li gor dîroknivîsê Yewnanî Herodot (Historien, I, 96), Medan yeketiyek padîşahî di bin serweriya kesê bi navê Diyako ava kirîbûn. Hindik dîrokzanên nûjen dêbêjin ku, di lewhayên ku tê gotin serwerê Diyako ew bi xwe Deyaûkû ye. Di êrişekî de Sargonê duyem wî esîr digre û sergomê Hamatê dike. Le belê zêdeyî kesên zana bawer dikin ku, padîşahên Medan di dema Hewxşter di bin serwerekî taybet de dest bi avakirna yeketiya xwe kirine. Her çi be jî, wekî serwerên Kenaniyan bûn, carcaran di bin destûra padîşahekî ceng dikirin, le belê ew dîsa jî ta hedekî serbixwe û azad bûn.

Hewxşter keyi heri mezin ê Medan bû,wî arteşek bihêz çikir û karî di gel sakaya bibe hewpeyman.

Li dijî êrişên Asûriyan Medan hêza xwe parastin û ew bihêz bûn. Çaxa Nebupolaserê Babîlî bavê Nebukadnesar, li dijî Asûriyan serhilda,Hewxşter leşkerê Medan bi Babîliyan re kom kir.

Piştî Medan di sala 12'em de ku Nebupolase hukûmdar bû (634 B. Z.) Asûr girtin, (li gor nivîsên Babîlî ku U-ma-kîs-tar tê gotin) Hewxşter û Nebupolaser di bajarê hatibû bidestxistin û girtin de „Peymana Hevalbendî û Yeketiya Bihev“ çê krin.Berossos dibêje ku, lawê Nebukadnesar, Nebupolaser keça padîşahê Medan ji xwe re dike jin ku navê wê Amîtîs e (li gor Abydenos ew Amuheya ye). Lê belê dîrokzan ne bi yekdengî ne. Gelo Amîtîs keça Hewxşter(Kiyaksares) bû yan jî keça lawê wî Astiyag bû.

Bi Yeketiya Babîliyan Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li dijî Asûriyan de di dawiyê de di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Medan û Babîliyan bajarê Nînewa digrin. „Û destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Asûrê tune bike û dê Nînewa bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike .

Hêzên dijberê Asûrî nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava Haranê ve hat birin, herçend Misir hat alîkariya Asûriyan jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Medan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku di Pirtûka Pîrozê tê gotin: „Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“.

Wek tê zanîn Medan bakurê, wêlatê Asûriyan girtin bin destê xwe. Babîliyan jî başurê welatê Asûriyan kirin bin destê xwe, bi vî awayî Sûrî û Fîlîstîn jî ketin bin destê Babîliyan. Pîştî van bûyeran padîşahê Medan Hewxşter berê xwe da Asya Biçûk heta çemê Halîs [îro jê re Kizilirmak tê gotin) pêşve çû. Li wir Medan bi Lîdyan cengek bê encan kirin. Ji wê û pêve çem û rûberê Halîs sînorên rojava yê împaratoriya Medan bû. Ev împaratorî xwe dirêjî heta zozanên temamê Îranê, Mezopotamya Bakur, Ermenistan û Kapadokiyayê dikir.

Wek tê zanîn Medan gelek padîşahî bi destên rûspiyên êlan pêkanîne. Pesndayîn û fortên ku padîşahên Asûrî Şamşî-Adadê pêncem, Tîglatpîlezerê sêyem û Sargonê duyem didin, wusa ku xwe bi awayekî serkevtî li ser hindik serwerên bajarên dûrên Medan nîşan didin. Piştî ku Asûriyan padîşahiya Îsrael di sala 740 an BZ. de bindest xistin û ew sergom kirin, ew Di salan nehan ya Hoşeya de qiralê Asûrê Samîriyê bi dest ve xist û Îsraelê berbi Asûrê ve ajotin û wan di Halalê de û di Habora [îro jê re Xebûr tê gotin] ku li ber çemê Gozanê de ve û di bajarên Medan de bi cîh kirin.

Êrişên Asûriyan ku „Medên asê“ têkin bin nîrê xwe heta dema ku padîşahê Asûr Azar-Hadon yê lawê Sanherîb ku hemdemê padîşahê Cihûda Manase salên 716 – 662 an BZ, dewam kirin. Azar-Hadon di lewhayên xwe yên nivîsî de di derbarê Medan de wusa dinivisîne: „Welatek sînorên wê heta beriya xwê diçe, di navbera welatê dûrê Medan de, li Bîknî li Çiyayên-Lapîslasûlî, serwerê bajarê bihêz ku tu carî stuyê xwe di bin kesî de xwar nekiriye, min ew û temamê gel, hesp, terş û pez û hiştirên wî bi xenîmetek mezin bir Asûrê“. Wekî din ew vê yekê jî dibêje ku, wî baca padîşahiya hersalî jî li wî bar kirîbû[çavkanî pêwîst e].

Konfederasyona Medan[biguherîne]

Li gor gotina Herodot[çavkanî pêwîst e] û mêjozanin din konfedrasyona medan bi qewmên jirî hatibu çikirên:

Ti zanin ku sê qewmên berî kurdin û nawê çiyayê Zagrosê,li Yonaniya Sagartî hatiye û ew naw di yekitiya farisan ji tê dîtin, pêş koçkirina farisan bu başûr ew di naw axa medan de bûn.

Keyên Medî[biguherîne]

Rûla Hexamenişiyan[biguherîne]

Gotara mezin: Mezopotamya Hexamenişî

Medan Hêza Xwe Didin Farisan. Wê demê paytexta Medan Hêgmetane bû. Îro jê re Hemedan tê gotin. Bêjeya He-Medan nîşan dide ku ev bajar û şar bi Medan pêvendi ye (Esra 6:2). Med li gor Farisan – Parsan xwedîcîhek baş bûn. Farisan wê çaxê herêma başurê welatê Medan kirin bin destê xwe.

Dîroknivîsê Yewnanî Herodot û Ksenofon[1] dibêjin ku, Kiyaksares ku dundarê Astiyag ( di nivîsên mixî „Ištumegu“ de) keça xwe Mandanê bi jintî dide serwerê Kambîzes, ji vî çiftî Kûruş yê duyem tê dunya yê. Piştî ku Kûruş dibe padîşahê Anşanê, ku deverek ji Farsan bû, ew leşkerên Farsan li hev kom dike, ku xwe ji bin nîrê medan rizgar bikin. Di Dîroknameya – Nabonîd weha tê gotin: „Li dijî Astiyag leşkerên wî serî hildan, û wan jî jî Kûruş re “girtî” şandin, li ser vê jî şûnda Kûruş paytextê medan girt, Di vê demê de Med û Fars yek bûn ku, ji vir û şûnda împeratoriya Med – û – Fars avakirin.

Bi vî awayî pêxembertiya Danîêl li ser duhêziya Med – û – Fars ku, bi beranekî bi du qiloç tê nîşan dayîn, „yê ku bilind e dawiyê derket“ yanî di cîhangiriyê de bihêzbûyîn û pêşdeçûyîna farisan li vir tê nîşan dayîn[2].

Lê belê rastî ev e ku, Kûruş ji Medan re hêz û memûriyetên mezin daye, û Medan jî di hukûmdariya împaratoriya Med – û – Fars de gelek girîngya xwe anîne holê. Mîna ku pêxember danîêl ji padîşahê Belşatsar re sira nivîsa li ser rûyê dîwar wekir, weha bû: Wê imperatoriya cîhaniya babîliyan parçe bibûya û „ji Medan û Farisan re“ bihatibûya dayîn. Di pirtûka Danîêl di cîhên din de bi gotina „zagona Medan û Farisan“ pir caran Med bi gotina pêşîn tê dîsakirin.

Di sedsalên şûnda dora gotinan tê guhartin, lê tenê bi yek carekî derveyî qayde[3]. Nîşandayîn vê dorê zelal dike ku, ji aliyê dîrokê ve Med berî Farsan li ser rûyê dika dîroka dunya desthilatdar bûn

Rûla Seleukidan[biguherîne]

Serkeftina Îskenderê Mezin. Di dema Aheşveroşê padîşah de, herhal ew Kserksesê yekem bû, dîsa jî bi „leşkerên Med û Farisan“ tê îşaretkirin. ‚Heft serokên Faris û Mediyayê ên ku herî nêzîkî Padîşah bûn’ û hê jî behsa „Zagonên Farisiyan û Mediyan“ dihat kirin (Ester 1:3, 14, 19).

Di sala 334 de B. Z. Îskenderê Mezin bi zelalî serkevtinek mezin li ser leşkerên Med û Farisan bidest xist, û di sala 330 an de B. Z. Mediya xist bin destê xwe.

Piştî mirina wî başurê Mediyayê ket destê împeratoriya Seleukidan, lê parçê bakur padîşahiya azad ma. Her çiqas Mediya ket bin destê Partan û Seleukidan jî, lê zanyarê cîhûwaran Strabo destnîşan kir ku, di sedsala yekem de D. Z. hê jî dundana padîşahiya medan hebû . Di sala 33 an de D. Z. di roja Pentîkostê de bi Medan re Part û Îlamî jî di nav neteweyên din hebûn ku, ew bo perestinê hatibûn Orşelîmê. Ji ber ku ew bi gotina „Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê“ tên binavkirin, bi îhtîmalek pir mezin ew dundar û neviyên Cihû bûn ku, Asûriyan ew ji Îsraelê sergom kirîbûn. Asûriyan ew Cihû bi esîrtî biribûn bajarên Medan, yan jî hindik ji wan baweriya xwe bi olê Cihûyan anîbûn.

Çend nimûnên li ser Med û Medyayê ji çîroka Pirtûka Pîrozê[biguherîne]

Gelê Med ji nijada ariyan bûn û ji ber vê yekê hîmê wan ji Yafet e. bi zelalî dikare bê gotin ku, ew ji lawê Yafet Maday¹ tên .

  1. Adem, Şît, Enoş,
  2. Kẹnan, Mahalạlel, Yared,
  3. Hẹnox, Methûşaleh, Lạmex,
  4. Nûh,Sem, Ham û Yạfet.
  5. Lawên Yafet: Gọmer û Mecuc û Mạday û Yạvan û Tûbal û Meşek û Tîras.
  • Nûh Li gor 1. Mûsa [Destpêkirin] 5:32 „Û Nûh pênc sed sal buhurand pêv, bi navê Sem, Ham û Yafet sê lawên wî hatin dinê.“

Nijad, ziman û olê Medan pir nêzîkî malbatekî Farisan bû.

Med bi şêweyekî gel di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê. Lê belê di dîroka dunyayê de cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsrael yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de tên îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Med di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.

Maday[biguherîne]

Lawê sêyemê Yafet e, ku ew jî lawê Nûh yê sêyem bû, Ew bapîrê Medan tê hasibandin. Li gor vê gihîştinê ye ku, bêjeya Îbranî ya Maday di Pirtûka Pîrozê de bi gotina „Medan“ yan jî „Medya“ tê wergerandin, bo mînak di ayetên mîna. Gelê Med di zimanê Asûr û Babîlî de (Akadî) Madaya û di zimanê farsiya kevn de jî Mada tê naskirin. Di demekî derbasbûyî de ew li çiya û zozanen Îranê, taybetî di navbera herêma çiyayîstana Elburzê yanî başurê deryayê Xezerê û çiyayistana Zagrosê rojhilata Asûrê şûnwar û cîhwar bûnin. Bêje û gotina ku îro bo Îranê tê gotin, ji bêjeya Arî pêk tê, ku bo dundan û neviyên Yafet tê bikar anîn[çavkanî pêwîst e].

Îro gelê Kurd dibêje ku, ew dundan û neviyên Medanin. Eger mirov ziman, dîrok, cîhûwar û civaka Kurdan binêre, em pir nêzîkiyan di navbera Medan û Kurdan de dibîne[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Historien, I, 107, 108 Cyropädie, I, ii, 1
  2. Danîêl 8:3, 20
  3. Ester 1:3, 14, 18, 19; Ester 10:2
  • Diakonoff, I. M. "Media". In Ilia Gershevitch ed. Cambridge History of Iran, Vol. II. CUP, Cambridge, 1985
  • - Dr.Xencî PDF
  • - Dr.Xencî PDF
  • Watch Tower Bible And Tract. Insight On The Scriptures, Vol.1,2: Jehovah - Zuzim (1988)
  • Altorientalische Texte zum Alten Testament, H. Greßmann, Berlin und Leipzig 1926, S. 363
  • Eusebius, Chronicorum liber prior, A. Schoene, Berlin 1875, Sp. 29, Z. 16—19, Sp. 37, Z. 5—7
  • R. Borger. di Archiv für Orientforschung. Graz 1956,
  • Strabos Erdbeschreibung, 11, XIII, 1
  • Pirtuka Pîroz: 1.(Mûsa 10:2) 2.(Mûsa - Destpêkirin 10:2; 1Ch 1:5) 3.(Qiralan 17:6; 18:11; Ester 1:3; Îşaya 13:17 û 21:2) 4.(Karên Şandiyan 2:1, 5, 9) 5.(ayetên Danîêl 5:28; 6:8, 12, 15)
  • Ayhanê Bêrtî, "Împeretoriya Med", 2008, Berlîn. ISBN: 978-3-940997-08-1