MED TV

Ji Wîkîpediya
(ji Med TV hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Medtv.jpeg

Med TV yekemîn televizyona kurdî ya ser setalîtê bû.

Med TV di 15'ê gulana 1995'a dest bi weşana xwe ji bajarê Londonê kir. Med TV rojane şeş saetan bi zimanên kurdî, tirkî, asûrî û erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn dihate temaşekirin. MED TV bi vê yeke gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî ya nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojiyê rakirin.

[biguherîne] Astengkirina weşana MED TV

Ji destpêka weşana xwe da MED TV bi zextên dewleta tirk re rûbirû ma. Bêriya ku MED TV dest bi weşanê bikê, dewleta tirk ket hewldanan û MED TV bi propaganda nerast li ber çavê raya giştî û dewletên Ewropa reş kir û weke televîzyona PKK'ê îlan kir. Paşê bi zextên li ser Elmanya, Brîtaniya mezin, Polonya, Îspanya, Fransa û Portûgalê xwest MED TV bidê rawestandin. Di avrêla 1999'a de Komisyona Televizyona a Brîtanî (Independent Television Commission ITC) lîsansa MED-TV betal kir û weşana wê rawestand. Lê sê meh şûn de, di tîrmeha 1999'a de Medya TV dest bi weşana xwe kir û cihê MED-TV tijî kir.


[biguherîne] Girêdanên Derve

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din