Mehfoz Mayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helbestvan Mehfoz Mayî di sala 1957-an de, li gundê Mayê, ser bi qeza Amêdiyê, ji dayîk bû. Li Mayê û Duhokê xwendiye û di sala 1983-an de, ji ber terora faşîstên Bexdayê reviye û peymangeh bi dawî neaniye. Her ji sala 1975-an û pê de dest bi nivîsîna helbestan kiriye û di piraniya rojname û kovarên kurdî de bilav kirîne. Di çendîn mîhrecanên edebî de beşdar bûye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Her di sala 1984-an de çûye nav rêzên şoreşa kurdî. Heta niha dîwanek bi navê "Ez û Şev û Bêdengî" (1987) çap kiriye. Di sala 1986-an de hatiye welatê Siwêdê.

Çavkanî: Xelîl Duhokî