Mehmûd Usman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehmûd Usman
Navê rastî
محمود علي عثمان Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1938 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
  • Council of Representatives of Iraq (Silêmanî, 2005–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Kurdistan Socialist Democratic Party Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmud Osman (z. 1938 li Silêmanî) siyasetmedarekî naskirî yê kurd e.

Mehmud Osman xwendina xwe li Zanîngeha Silêmaniyê xedand. Têkiliya Mehmud Osman bi siyasetê re di sala 1962'a, dema ku ew bû endame Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK'ê) destpê kir. Di nava PDK'ê de Mehmud Osman zû bi pêş ket û di sala 1968'a de bû cîgirê Mela Mistefa yê Barzanî. Di sala 1970'î de wî li ser şerrawestandinekê bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku Mehmud Osman ji PDK'ê veqetiya, bi Rasul Mahmed û Ednan Muftî re di sala 1980Partiya Sosyalista Kurdistan (PASOK) damezrand. Bi wê yekê Mehmud Osman û hevalên xwe bi partiyek nû derketin pêşberî herdû partiyên din yên mezin li başûrê Kurdistanê PDK'ê û YNK'ê. Di sala 1992'a de beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bû, lê di heman salê de ji Kurdistanê derket û çû Ingilîstanê û di sala 1995'a de dîsa vegeriya Kurdistanê. Weke siyasetmedarekî bi bandor Mehmud Osman ji bo şerrawestandinekê di navbera herdû partiyên kurdî PDK'ê û YNK'ê de di sala 2001'ê dest bi hevdîtina kir û çû û hat. Piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYE'ê Mehmud Osman bû endamê civata birêvebirnê ya berwext ya Iraqê. Ji sala 2004'a ve Mehmud Osman li ser Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê endamê Parlamena Iraqa federal e .