Mehmed Uzun
Ji Wîkîpediya
- Ev gotar li ser Mehmed Uzun ê romannivîs e. Ji bo gotara Zazakî, binêre: Mehmed Uzun (Zazakî)
Mehmed Uzun (* 1953 li Siwêrekê/(Riha) † 11'ê kewçêrê 2007 li Amedê) nivîskarekî kurd bû.
Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.
Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayîya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jînenîgarî
Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji alîyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.
Ew endamekî çeleng ê PEN ê û Yekîtîya Nivîskarên Swedê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.
Ew li sala 2005ê vegeriya Tirkîyê û li Stenbolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîrîyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin.
Lê mixabin ko li 29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ko tûşî nesaxiya giran a şêrpenceyê bûye. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin. Ew ji bo çareserê ber bi Amerikayê jî hat şandin.
Berî nesaxkevtinê, Mehmed Uzun mijûlî nivîsîna romaneka nû bi navê "Hêvîya Auerbauch"î bû.
Mehmed Uzun di 11'ê cotmehê sala 2007an di saet dora 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.
[biguherîne] Berhem
- Tu, Dengê Komal (roman, 1984)
- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)
- Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1989)
- Siya evînê, Orfeus, (roman, 1989)
- Destpêka edebiyata kurdî, Beybûne, Ankara (lêkolîn, 1992)
- Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)
- Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Tüm zamanlar yayıncılık, Istanbul (antolojî, 1995)
- Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995) [ISBN 975-7112-67-4]
- Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya helbestan, 1995) [ISBN 91-7448-830-9]
- Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)
- Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)
- Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998) [ISBN 975-7112-38-0]
- Dengbêjlerim (Dengbêjên Mi), Pexşan, Tirkî, 1998
- Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)
- I skuggan av en förlorad kärlek (werg. Ingmar Björkstén), Ordfront förlag, Stokholm (antolojî, 2001) [ISBN 91-7324-716-2]
- Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)
- Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998
- Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)
- Ruhun gökkuşağı (Keskesora tînê) (bi tirkî)
[biguherîne] Bi inglîzî
- Mehmed Uzun, "Words Washed by the Waters of the Euphrates", International Journal of Kurdish Studies, Vol.14, No. 1&2,pp.36-40, 2000.
- Mehmed Uzun, The Kurdish Renaissance in Exile, The Journal of the International Parliament of Writers, Vol. 1, Jan. 2001, pp.67-78.
- Mehmed Uzun, The Nature of Fiction, Index on Censorship Journal, vol.4, 2001.
- Mehmed Uzun, Diyarbakir: the slap in the face, International Journal of Kurdish Studies, Jan. 2003.
[biguherîne] Bi almanî
- Im Schatten der verlorenen Liebe, Roman
- Einführung in die kurdische Literatur, St. Gallen 1994
[biguherîne] Girêdanên Derve
- MehmedUzun.com
- Deftera sersaxiyê ya Mehmed Uzun
- Jiyaneke fedayî wêje û zimanê kurdî: Mehmet Uzun, Azadiya Welat, Sal:2 Hejmar:395 Rûpel:7, 12 Kewçêr 2007, Amed
- Destana Egîdekî
- Kitêbên Mehmed Uzun li Amazon.comê
- Axaftina Mehmed Uzun ya li konferansa -Tirkiye li Aştiya Xwe Digere-
- Bi Mehmed Uzun re li welatê wî Diyarbekir- Gotara Oral Çalışlar-

