Mehmet Akif Ersoy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mehmet Âkif Ersoy (* 1873 li Fatih, Stenbol; † 27'ê berfanbarê 1936 li Stenbol), yek ji helbestvanê navdar ê Tirkan e. Nivîskarê sirûda neteweyî ya Tirkiyê "Korkma - Netirse" ye.

Bi eslê xwe ne Tirk lê Alban e. Navê wî yê di malbatê de Raghîyf bûye. Dibistana ajalnasiyê bidawîkiriye. Di dawiya Osmaniyan de doza ji nû ve vejîna Împaratoriya Osmanî dikir. Xwedî nêrînên Tirk-Îslamîst bûn. Dema Komara Tirkiyê ava dibe dewlet biryarekê distîne ku sirûdeke neteweyî were çêkirin. Ji bo wê pêşbirkekê tê lidarxistin. Di wê pêşbirkê de helbesta Ersoy a bi navê "Netirse!" tê hilbijartin û Ersoy 500 Lîra xelatê werdigire.

Piştre nakokî di navbera wî û Mustafa Kemal Atatürk de derdikevin û sirgûnê Misirê dikin. Heya beriya mirinê nahêlin ew were Tirkiyê.

Berhemên wî[biguherîne]