Mele Seîdê Nîvilî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mela Seîdê Nîvilî hat beralîkirin)
Mele Seîdê Nîvilî
Jidayikbûn1932 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Seîdê Nîvilî yek ji nivîskar, helbestvan û zimannasê kurd e. Ew kurê Mele Yehyayê Nîvilî ye. Hem xweherzî û zavayê Şêx Evdirehmanê Şawirî ye. Di 1932an de li gundê Nîvila girêdayê navçeya Eruh (Dihê) hatiye dinê.

Di 1984an de dest nivîsa Ferhenga Kurdî-Kurdî kiriye, di sala 1987ê de pêk aniye. Mela Seîdê Nîvilî cara yekemîn Ferhenga Kurdî-Kurdî çêkiriye. Ferheng Kurdî-Kurdî bi tîpên erebî bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Werger û sererastkirina ferhengê bi tîpên Latînî hej dom dike. Aliyê din de çend helbest û nesihetnameyên wî hene. Ji van yek helbesta "wesyeta bav û biraye" de xwe wiha dide nasîn.

Guh bidin wesyeta bav û bira


ŞÎRETA BOHTÎ EV E

Îro Hîcret noht û heyşt e, sê sed û hezar di jî.
İmrê min çil şeş kusure li xurbetê bê kes dijî.

Yek Xwedayê heq dinasim, wê resulê girdigar.
Dînê min Îslam û mezheb Şafiî me ser tejî.

Eslê min Kurd e, ji Bohtan, Kelhokî me, Nîvilî,
Bavê min Yehya û Mehmud, Ebdulhadî her bijî.

Nesla Mehmed ibn’ê Ehmed bîn Muhammed Ehmed e,
Ji wê heta bighê Hesen ket bin nezanîna me jî.

Çend bira bûn, em bilav bûn xwendin û melatî yê,
Fikra me sûnî ye Neqşî, zarê me herçî bixwîne ew bijî.

Xwendin û zanîn, xebat û dewlemendî tev divên,
Yekbûyîn, ferz û kifayet xweyserî rê rast be jî

Wesyeta bav û bira ye, kes ji me cahil nebî,
Her bixwînin da mezin bin, serfiraz û têr mejî.

Xwendin û xebat birane, yê cida çû bê guman,
Me ji feydê bigre her du yektî û dil paqijî.

Qedrê seyda baş binase, gel hevala xweş biwêr,
Nefs li pêş e, ji bir neke qet tu car da tu bijî.

Armanca ewil çiye tu qesd bike ya paşê dê pê te bê,
Wextê tu xwey(î) cih bû yî xwendin ji te ra eql û mejî.

Paşê doza xwe bilav(bi)ke çek zanîn e, ey ezîz,
Şîreta Sitqî (Bohtî) ev e, lawê delal dil paqijî

Wesyeta bav û bira ye kes ji me cahil nebî
Wesyeta bav û bira ye kes ji me cahil nebî

Aliyê din de derheqa welat û evindariyê de gelek helbest û nivisarên wi yê balkêş hene. Jı van yek ji


E’uzu billahî mîne şeytanê recîm,
Bi navê Xwedayê pakê dilovan û mêhrîban

Pir spas û pesn û başî tev ji bo Yezdan tenê
Xweşî û haştî dua jî ser Muhemmed guh denê

Hem li ser al û haval û peyrewin wî bê hisab
Tim li ser her çar îmam û seyda û hem da û bab

Ya Îlahî! Me biparêze ji fitna wehşetê
Me bide ser rêka rast û rêça ehlê n’îmete

Heqiyê rayê me de hem tu li pê wê me bive
Batilê nîşa me de hem tu li ser wî me neve

Heq çiqas baş e, bizane nas bike tu ey bira!
Em bi Qur’an-i dinasin li ku pê naçin çira?

Xwendin û zanîn dewa ne bo cemî’i ins û cin,
Ger bi hiş ‘ilmê bixwînîn rê binasîn pê herîn

Kanî hiş ey koma pismam û evîna gel bira
“Çek zanîn e.” gotine hindî rusul û peyxembera

Hûn bi zanînê ‘emelkin, zanîna we bes heye.
Ger ji hiş em bê xeberbin zanînê fayde niye

Rastî û edl û sexawet pir şecaet lazim e
Kom û tedbir û siyaset vî zemanî hakim e.

Yek ji van bê hev qe nabî hêj ji jînê re hene
Îktisad û pir xebat û hem qenaet hê hene

Ey bira dost û evînê min hemî yektî werin
Ser rêya rast û durust da em bi hevra rê herin

Felsefa Îslamê bînin xweş bixwenin ser û ber
Çewt û kurtê xwe bivînin rêka rast hûn bidne ser

Kombivin hevdû bivînin xiş û xilê dil derînin ger heve
Teslîmê Heqyê bivin bawerbikin bo we dizanim rê ev e.

Heq hebîb e, felsefê dinyê hemî bi koma xweve tesdîq dikin
Hûn bixwînin pê herin dewra xwe pê derbaz bikin

İbreta pêşiyê xwe bigrin xel çiqas narê me ne.
Wesyeta bîra xwe bînin şîretên wa ji bîrnekin kanî çi ne?

Bidne pê cumhurê zana, dustura peyxemberî
Kibrî û icz boriya û hem heset boxl û fesat û berberî

Bavêjin! Rabin cîhadê mal temizkin paşê berfa ber derî
Xwe nedin derya hilakê mislê qewmê serserî

Xwendevan zana ye, zana pir bilinde zêde ye
Rêçenusê yê nezan e pêçuna wî feyde ye

Ey birayê xwendevano! te ji bo çi xwendiye
Zanayî lê ne bilindî, kêmî, korî feydeya te ka çî ye?

Tu li peyxember binêre kanî wî li dinyê çikir?
Pê re tu li Heyder binêre Eliyê Şêr kanî çikir?

Kom û de’wa û siyaset şoreş û nijdê di wan
Nîşanin bo xwey(î) civata leşker û nobet hemî karê di wan

Kî li te bike, tu li wî bike ger ‘efu bikî çêtir e
Hukmê Qur’an-i waha ye, benda paşî ji bona qenca qençtir e

Quwetê çikên bitirsînin neyarên xwe û Xwedê
Armanc û nîşan e quwet, qelam û fikr û siyaset guh bidê

Şer hemî xapandin e, doza te heqbit ew bese
Heq hemî jî xweyî tixûvin ku ji wan derbaznebî bo te bese

Xefletê razandine hun kengê hûn hişyar bibin?
Kombûn û yektî durustî dilovanî û evînî dê hebin

Yek civat û yek cih û hem yek xeberdan yek serî
Yek fikir dê cehd û kar armanca bênin ber derî

Hûn evan bigrin bixwînin bêjin û hem pê herin
Da ji bindesta xelazbin heyne hûnê tê herin.

Em ji papîrê xwe pêda ketne bindestan hemî
Vê rêya xwe biguhêrin, wergerînin zoriya baxê berî

Wergerandin karê Kawa, Rustem û Mehmud û Şêrguh hem Silah
Wek evan zoryê bilavkin yariyê bînin ji bo xwe bin felah

Ya Seîd (bi)kin bo we kar e, bawerî gel di heve
Belkî Yezdan me xelaz(bi)ke ser rêya Ehmed bive


Berhem û Xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]