Melayê Cizîrî
| Melayê Cizîrî | |
| Navê rastî | Şêx Ehmed |
|---|---|
| Bernavk | Melayê Cizîrî |
| Roja jidayikbûnê | 1570 Cizîr |
| Roja mirinê | 1640 Cizîr |
| Eslê xwe | Kurd |
| Pîşe | Helbestvan, Mitesewif |
Melayê Cizîrî (1570-1640) wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
"Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petersbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li Şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petersbûrgê çapeke lîtografîk e."
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizîrî de dibêje:
"Şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bohtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. Şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye."
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizîrî ziyaretgeh e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene. Lê me kêfa xwe ji ber gotina "Şebçiraxî şebî Kurdistan im" jê re anî:
|
Pir ji dîna te xerîb im xanim — Melayê Cizîrî
|
Pêşangeha wêneyan [biguherîne]
Çavkanî [biguherîne]
- Çapa Diwana Ciziri[1] ya latînî, ji aliyê Zeynelabidin Zinar û Emin N. ve hatiye kirin û di 1987an de li Stockholmê ji aliyê Roja Nû ve hatiye çapkirin. Ev çap 560 rûpel e.