Melvin Schwartz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Melvin Schwartz
Jidayikbûn2 çiriya paşîn 1932 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin28 tebax 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Twin Falls Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêHepatitis, nexweşiya parkinsonê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • zanîngeha Columbia
  • The Bronx High School of Science Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Melvin Schwartz (jdb. 2ê çiriya paşîn a 1932an li New York; m. 28ê tebaxa 2006an li Twin Falls, Idaho) fîzîknasekî navdar ê Amerîkayî bû. Sala 1988 bi tevî Leon Max Lederman û Jack Steinberger guncavê Xelata Nobel a fîzîkê tê dîtin.

Jiyan û xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di dema krîza mezin a aboriyê ya cîhanê de mezin bû li bajarê New York City û perwerdeya xwe li Bronx High School of Science kir.

Sala 1953 lîsansa xwe bidawî dike û sala 1958 dibe doktorê fîzîkê li Zanîngeha Columbia, ku paşê fîzîknasê mezin Isidor Isaac Rabi birêveberiya wê fakûlteyê dike.

Di heman demê de ji 1956 heya 1958 li Brookhaven National Laboratory jî dixebite. Schwartz sala 1958 dibe asîstan profesor li Zanîngeha Columbia. Sala 1963 ew êdî profesor e. Tsung-Dao Lee yek ji hevalên wî yên xebatê ye ku Nobelwergir e, di lêkolînan de piştgiriya wî dike.

1966, piştî 17 salên xwe yên li Columbia, diçe Zanîngeha Stanford, ku wê demê li wir teknîka bilezkirina parçeyên atomî hatibû çêkirin, ango SLAC. Ew li wir tevlî pirraniya lêkolînên girîng û mezin dibe.

Di salên 1970yî de Digital Pathways dadimezirîne û ji sala 1970 heya 1991 serokatiya wê dike. 1991 heya 1994 cihgirê gerîndeyê xebatên fîzîka energiyên mezin û fîzîka dendikî ye li Brookhaven National Laboratory. Di heman demê de li Columbia dersdariya fîzîkê jî dike.

Ji sala 1975 ve endamê National Academy of Sciences bû.

Li ser girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Schwartz The early history of high energy neutrino physics, in Hoddeson u.a. (Hrsg.) The rise of the standard model, Cambridge University Press 1997

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]