Mem û Zîn

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gora Mem û Zînê li Cizîra Botan nû hate restorekirin (2009).

Mem û Zîn an jî Memozîn pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de esqa mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.

Destana kurd ya neteweyî "Mem û Zîn", bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Pasê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêşîn di sala 1919an de li Stenbolê; paşê di sala 1947an de li Helebê, 1954 li Hewlêrê, 1957 li Şamê, 1960 li Bexdayê, 1962 li Moskowê, 1968 li Stenbolê, 1988 li Urmiyeyê û di 1995an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê û Şamê, û di sala 2006an de jî li Dihokê hatiye çapkirin.

"Mem û Zîn", bi tîpên latînî cara pêsîn di sala 1968an de, ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li Stenbolê hat çapkirin. Mamoste Bozarslan, bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê, ew bi tîpên latînî û bi şirovekirineke hêja di sala 1995an de ji nû ve çap kir. Ev çap ji metnê orîjînal û ji wergera kurdiya xwerû pêk hatiye.

Wezareta çandî û turîzm a Komara Turkîyeyê berhema Ahmedê Xanî ya bi navê "mem û zîn" di sala 2010an da da weşandin. Di pirtûkêda, rûpelekîda nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebîne heye û di rûpela dinda baranberê wê bi tîpên latînî bi Tirkî û Kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxana bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekemîne ku wezareteke Komara Turkîyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

Her weha nivîskarê kurd Jan Dost jî bi eynî munasebetê ev berhema hêja wergerande ser zimanê erebî û bi şiroveyeke berfireh, ku ew sê caran li paytexta Sûriyê Şam û li Beyrûtê û li Dihokê jî hate çapkirin. Dîsa Jan Dost sala 2007an Mem û Zîn bi kurdiya îro û bi kêş û qafiye nivîsî û tefsîreke berfireh bi kurmancî jê re danî.

[biguherîne] Fîlm

Fîlmeke "Mem û Zîn" a Ümit Elçi heye.

[biguherîne] Mem û Zîn di Wîkîçavkanî da

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din