Merge
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Merge, avbacan, ava bacanan, ava fringiyan, avtirşk çênceke (sos) ku ji fringiyan (tomatos, şamik, bacanê sor) û îsotê tê çêkirin e. Berhemeke kidakan (zebze) e ku di pêjgeha kurd de jî gelek tê bikaranîn.
Qalikên fringiyan tên girtin, ji hundirê wan tê çêkirin. Li Kurdistanê gel pirranî bi xwe çêdikin, nakirrin. Ji mergeyê jî mirov dikare ketçapê çêbike.
Ava îsot an fringiyan tê derxistin, di bin tavê de tên ziwakirin. Mergeyên nûjen di fabrîkan de bi alîkariya firneyên tên amadekirin.