Mertalê zindî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mertalê mirovî yan mertalê zindî, di nava kurdan de navê çalakiyeka aştiyane [çavkanî pêwîst e] ya ku jin û dayikên kurd bi komên civakên ên cuda û cûr bi cûr re li dardixistin bû.

Di dema ku şerê li Kurdistanê didoma, di pêşengiya dayikên kurd de, gelê kurd, kom bi kom bi awayekî çalakî di herikîna qadên şer, bi armanca ku pêşîyê li wî şerê ku Dewleta Tirk li Kurdistanê dide were girtin. Gotina "mertal", ji parastinê tê. Di dema ku yekî herîş kir, hingî yê ku lê herîş lê hat û bû, li ber wê hêrîşê, bi tişte ku kirî destê xwe de û an jî, destê xwe bixwe bide berxwe û xwe ji hêrîşê biparêzê. Vêca, dema ku mirovan, laş û bedenên xwe yên rût û ti tiştek di destê wan de nîn a ku xwe pê li ber çekê dewletê bi parêz ku destê wan de nebe, hingî, ew rewş, kurdan jê re got,"mertalên zindî". Ji ber ku wan bedene xwe ya bêparastin kirina mertal ji wî şerî re, êdî ew bûna mertalên zindî.

Gelê kurd, qadên ku lê şer dibû, bi wan ve diharikîn. Bi ber çiyayê Cudî, Ararat, Gabar û hwd, bi ber hemû Çiyayên Kurdistanê ve diçûn. Mirovên ku duçûn jî, hemû jî, mirovên ku sivîl bûn. di destê wan de ti tiştekî ku hêrîş bikin û xwe bi parezên jî nebû.

Bi vê çalakiya kurdan re ku li dardixisrtin, mirov karê, konên aşîtîyê jî bêne ser ziman. Ji ber ku di armanca xwe de lev dikirin. hemû armanc û hedef, ew bû ku ew şer bêsekinandin. Pirsgirêk civakê, weke pirsgira kurd û hwd, bi riyên aşîtiyana û diyalogê werina çareserkirin.

Şerê cîhanê yê yekemin[biguherîne]

Şerê cihanî yê duyemin[biguherîne]

Tekoşîna ji bo mafê azadiyê bi riyên bêşer[biguherîne]

Di serî de gotina aşîtîiyê bi têgihiştina wê re bi gotina azadiyê û têgihiştina wê re di temenê tevgeriya mirov de cih digirê. Mirov, ji bo maf û azadiya têdikoşê. Mafê xwe yê ku jê hatiye girtin û yan jî ku hebûna wî tê û asteng hatiye danîn li pêşiya wê, ji bo wê tê dikoşê. Riyên şer û kuştinê di vê çalakiyê de ne rêyên ku derkevina li pêş in.

Têgihiştina azadiyê û mirov[biguherîne]

Di serî de mirov, xwe kifş dike û bi têgihiştin dike. Bi wê re fahm dike ku ew jî mirov a û mafê wî hena. Wan mafê xwe dixwezê û ji bo bikarhanînê.

Li Kurdistanê tevger û çalakîyên aşîtiyana[biguherîne]

Girêvên birçîbûnê[biguherîne]

Girêvên birçîbûnê

Li kurdistanê, ji sale 2011´an heta ku digihê sale 2012´an dewlete tirk, di bin navê "KCK" de bi hezar rêveberên kurd ji kurdistanê girtin û kirina zindanan de. Li Zindanan jî, girtiyên kurd girêvên birçibûnê kirin. Li derve jî, li hemû bajar, navçê û cihên ku lê bicihbûn heya, kurdan bi komî ku dem bi dem devûdayim bikin, girêvên birçîbûnê ji bo ku politikayên dewletê yên li dijî kurdan ên inkarê û oparasyonên sîyasî û leşkerî ku dewlet li dar dixe şermazar bikin, girêvên birçîbûnê kirin.

Çalakiya Mertalên Zindî[biguherîne]

Bi van çalakiyan, di pêşengiya dayikên kurd û yên pîr û kal de, bi hezaran kurdên sivil, bi ber qadên ku li wan şer dibû de diketina meşînê de, da ku li pêşiya şerê ku dihat dayin û ku têde mirov dihatina qatilkirin were sekinandin. Dayikên kurd, pêşengiya vê dikin.

Vedana konên aşîtîyê li Kurdistanê[biguherîne]

Vedana konên aşîtîyê ên ji bo ku bal were kişandina li ser pirsgirêka kurd û bi riyên aşîtiyana û diyalogê were çareserkirin.

Tevgera dayikên aşitîyê li Kurdisatanê[biguherîne]

Dayikan, bi dirişma, ku "ne şer aşîtî û ne kuştin jiyandin", diketina çalakîyê de. weke sembola wan jî, ew "çarik" û "hamawî"yên li serê wan yên sîpî bûn. Hamawî, di di nav kevneşopiya kurdan de, weke ku Ahmedê xanî jî dihanî ser ziman, ku deme ku dayikekê hamawiya serê xwe ya sîpî ji serê xwe avêta nava hêz û an jî mirovên ku şer dikin, ew şer û pevçûnên ku dikin, didina sekinandin. Hingî jî, li gor wê kevneşopîyê, ku hamawî, ji aliyê dayikaka kurd ve hata avêtin li nava wan û ku wan jî, şer nede sekinandin, hingî, ew şerê ku dihê domandin, nayê pejirandin, reş tê dîtin. Ev jî, kurd jê re dibêjin "Kevneşopiya Hamawîyê"

Xwepêşandinên civatî ku rojek nemenê ku li Kurdistanê dibin[biguherîne]

Di hemû xwepêşandinan de, şerê ku dewleta tirk li Kurdistanê didê meşandin dihat şermazar kirin. Di hat xwestin ku pirsgirêka kurd bi riyên diyalogê were çareserkirin.

Binere ji[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Konên aşîtîiyê li Kurdistanê