Mesûd Xelef

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mesûd Xelef(Mesud Khalaf)
Jidayikbûn1982
EsilKurd
HevwelatîSûrî
PîşeNivîskar û rojnamenivîs
XelatXelata yekê bi Helbestê li Duhokê (2009)
biguhêreBelge

Mesûd Xelef nivîskar û rojnamevanekî kurd e.

Mesûd Xelef di sala 1981'ê de li gundê Xeznaya Qamişlokê jidayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê navbirê temam kir û xwendina xwe ya diwanavenicî li bajarê Qamişlo bidawî anî.

Pirtûka wî Axaftina berî mirinê, di kewçêra 2005'an de ji aliyê weşanxana Tevn ve hate çapkirin û belavkirin.

Ji berhemên wî yên ku di sala 2008'an de çap bûn, pirtûka wî ya bi navê Aryana Sînorên Dûr ku ji aliyê Yekîtiya Nivîserên Kurd liqa Dihokê ve hate çapkirin, her weha Pirtûka Kelha Êrdê di sala 2010'an de çap kir.

Mesûd Xelef endamê Yekîtiya Nivîserên Kurd liqa Dihok, endamê sendîka rojnamevanên Kurdistanê û endamê Komela Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 2009'an de xelata yekê bi helbestê li Dihokê wergirt.

Endamê desteka nivîseran li kovara Nûbûn.

Endamê desteka nivîseran li kovara (Lîteratora Cîhanî).

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Axaftina berî mirinê, 2005
  • Aryana sînorên dûr, 2008
  • Kelha Êrdê, 2010

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]