Metin û Kemal Kahraman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Metîn Kahraman li konsera piştgiriya bi Heskîfê re, 2008

Metin û Kemal Kahraman komeke muzîkê ye ku di sala 1990'î de li bajarê Stenbolê hate sazkirin. Endamên komê Metîn û Kemal Kahraman, herdu bira ne. Ew xelkê navçeya Dersîmê Pilemûriyeyê ne û ji ber xwandinê hatine Stenbolê. Ew muzîka xwe ya bi zazakî û tirkî bi awayekî modern pêşkêş dikin. Terzeke nû her wisa taybet avakirin. Di albûma Çeverê Hazaru de (2006), rengê kevneşopa devkî ya elewî û mîstîk jî diyar e.

Endamê komê Metin Kahraman bi alikariya hinek hewalên xwe koma Grup Yorum saz kiribû. Kemal Kahraman ji heman demê de alikarî kiribû lê belê ne endamê komê bû[çavkanî hewce ye].

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metin û Kemal Kahraman li gundekî Pilemûriye ya parêzgeha Dêrsimê jidayik bûne.

Cima ku bavê wan di beşa Rêvebirina Rêhesinê de xebitî, zarokên wî jî salên xwe yên ewil li Erzînganê derbas kirin. Bi vî rengî malbata wan dema havînê li Dêrsimê derbas kirine, û ya zivistanê jî li Erzînganê mane. Her du bira bî havî di nava du candan mezin dibin. Lewra him zazakiya Dêrsimê, him jî tirkiya Erzînganê hîn dibin û weke zimanên xwe yên rojane dibînin[çavkanî hewce ye].

Dibistanên xwe yên destpêke, ya navîn û ya lîseyê li Erzînganê dixwînin.

Kemal Kahraman di sala 1983'an de li Zanîngeha Stenbolê dikeve besa Edebiyat û Zimanê Tirk. Lê belê di sala 1984'an de dev ji vê besê berdide û di ODTÜ ya Enqereyê de dest bi beşa Felsefeyê dike.

Metîn Kahraman jî di sala 1984'an de li Zanîngeha Marmarayê dikeve beşa Radyo û Televîzyonê ya Dibistana Bilind ya Weşanên Çapemeniyê (Marmara Üniversitesi Basın Yayın Yüksekokulu Radyo Televizyon Bölümü). Ew di sala 195'an de digel hinek hevalên din koma Yorum ava dike.

Di heman salan de Kemal jî tevlî çend komên amator yên muzîkê dibe.

Her du birayên ku di sala 1991'ê de ji koma Yorum vediqetin, di sala 1993'an de xebateke hevpar yê muzîkê diesînin û piştî du salan albùma xwe ya ewil diweşînin.

Piştî weşandina albûmê Kemal Kahraman ji bo perwerdehiyê xwe li Almanyayê bi cih dike. Bi çûyîn û hatina Metin Kahraman herdu bira xebatên xwe yên muzîkê bi awayeke profesyonel di studyoyên alman didomînin.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên komê yên weşandî ev in:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]