Metin Göktepe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Metin Göktepe
Gora Metin Göktepe, bîranîna sala 2020
Jidayikbûn10 nîsan 1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 kanûna paşîn 1996 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Stembol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Metin Göktepe (jdb. 10ê nîsana 1968 - m. 8ê kanûna paşîn a 1996, li Stembolê) rojnamevanekî tirk bû. Di binçavkirinekê de, bi destê polîsan hate kujtin. Xwedî nêrînên çepgir bû. Bi eslê xwe Kurd-Elewî ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metin Göktepe li Girîna parêzgeha Sêwasê ya bakurê Kurdistanê tê jiyanê. Dibistana amadeyî li Stenbolê bidawî dike. Sala 1989ê xwe qeydê beşa aboriyê ya zanîngeha Stembolê dike. Di kovara bi navê Gerçek (Rastî) de dest bi karê rojnamevaniyê dike û sala 1995ê tevlî rojnameya Evrenselê dibe.

Di 8ê kanûna paşîn a sala 1996ê bi tevî 1000 kesî ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Polîs bi lêdanê wî giranbirîndar dikin, di destên wan de jiyana xwe jidest dide. Polîs serî de înkar dikin, lê paşê dipejirînin. Sala 1999ê 6 polîs bi cezayê 7 sal û 6 mehan tên cezakirin lê 1 sal û 8 meh di girtîgehê de dimînin, bi efûya giştî tên serbestberdan.

Xelata Rojnamevaniyê ya Metin Göktepe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûyera nûçegihanê wê Metin Göktepe, ku piştî ragirtina wî ji aliyê yanzdeh polîs ve hate qetil kirin di girtinek girseyî de di 8 Çile 1996 de, bala navneteweyî kişand. Di encamê de mirin û yên din hatin beraet kirin protestoyên navneteweyî derket. Pênc efserên polîs yekem kes bûn ku bi kuştina rojnamevanek li Tirkiyê hate darizandin. Lêbelê, piştî salek û heşt mehan di binçavkirinê de, ew li ser bingeha efûyê hatin berdan.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]