Mitir

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Metir)

Mitir di Sîstema Navneteweyî ya Yekînan û di Sîstema Metrîk da mitir yek ji yekînên bingehîn e. Mitir yekîna dirêjahîyê ye. Peyva mitir ji peyva yewnanî μέτρον dihêt. Kurtenavê wê m ye.

Bi awayekê dîrokî, mitir ji alîyê Akademiya Zanistî ya Fransayê wekî 1/10,000,000 a wê hêlê hat pênasekirin ko ji kembera erdî ber bi qubê bakur diçe û ji bajarê Parîsê derbaz dibe. Niha, Dîwana Navneteweyî ya Kêşan û Pîvanan her mitirek hosa pênase dikit: dûrahîya ko ruhnî di heyama 1/299,792,458 ya sanîyeyê da di valahîyê da diçe.

Ew hezarekî kîlomitrekî ye.

Metreyek: