Metroya Edeneyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îstgehên metroya Edeneyê

Metroya Edeneyê an jî Rêbiniya Edeneyê, metroyeke bi 13 westgeh e ku di 2010an de li Edeneyê hatiye vekirin. Tenê xetek heye û ji Kurttepeyê (bakurê bajarê) destpê dike û di navenda bajêrê re derbas dibe digihîje Çema Seyhanê û piştî çend westgeha diqede. Dirêjahiya wê 13,5 km ye.

Ev metro bi eslê xwe di sala 1988an de hat projekirin lê heta 1996an avakirina wê destpê ne kir. Ji 1996an heta 2000an înşaeta wê berdewam kir lê di 2000î de ji sedema kêmasiya diravdanî înşaet hat sekinandin. 2006an de dîsa dest bi înşaetê kirin û di 2009an de nîviyê metroyê qediya û hat vekirin lê piştî hilbijartinên şaredariyan dîsa hat girtin. Gulan 2010an de dîsa jî hate vekirin û hê jî didome.

Westgehên metroyê yên ku qediyane û tên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Westgeh Cûre Pêwendî
Hastane Binerdê Bûlwara Turgut Özalê
Anadolu Binerdê Bûlwara Turgut Özalê
Huzurevi Hemzemîn
Mavi Bulvar Hemzemîn Otorêya 0-50
Yurt Hemzemîn
Yeşilyurt Hemzemîn
Fatih Viyadûk
Vilayet Binerdê Westgeha Trînê ya Mezin
İstiklal Binerdê Şarêya dewletê D-400
Kocavezir Viyadûk
Hürriyet Viyadûk Çema Seyhanê
Cumhuriyet Viyadûk Rêya Qeretaşê
Akıncılar Viyadûk D-400, Geraja Yuregir