Mewlewiyê Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mewlewî hat beralîkirin)
Mewlewî
مەولەوی
Peykerekî Mewlewiyê Kurd li bajarê Silêmaniyê.
Navê rastî
Ebdurehîm Mele Seîd Mewlewî Tawagozî
Jidayikbûn1806
Mirin1882 (76 Salî)
EsilKurd
Hevwelatî Başûrê Kurdistanê
Îraq
PerwerdeDibistana Baban
DestûrnameMewlana Xalid
PîşeAlim, Fîlozof û Helbestvan
SerdemSedsala 19an
BandorbarMerûfê Nûdhî
BandorkerEbdulkerîmê Muderîs
DînÎslam
biguhêreBelge

Mewlewî Tawegozî an jî Mewlewiyê Kurd (jdb. 1806 - m. 1882), yek ji helbestvan, alimê îslamê û fîlozofê kurd e.[1]

Jiyana Mewlewiyê Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêma Tawegoz a Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê gundê Serşatey Xwarû ji dayîk bûye. Zaroktiya wî gundê Bîcavê yê nêzîkî Helebçeyê derbas bûye. Xwendina Xwe ya ewil li ber bavê xwe kir. Piştî perwerdeya olî û fîlozofî di dibistanên Baban de, dest bi karê wêjeyî dike. Wî helbestên hêja afirandine. Di aliyê fîlozofiyê de riya neqşîbendiyan acotiye.[2]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eqîdey Merziye, pirtûkeke li ser baweriya Îslamê ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û sê caran çap bûye. Çapa pêşî li Qahîreyê, di sala 1933an de li Tehranê çapa duyem û di 1988an de li Bexdayê bi şîrovekirina berfireh a Ebdulkerîmê Muderîs (Mela Ebdolkarim Modares) ya sêyem hatiye çapkirin. Mewlewî herwiha li ser heman mijarî du pirtûkên din jî nivîsandine.
  • El-Fazila, ya bi erebî
  • El-Fawatih, a bi farisî.
  • Eqîdey Mewlewî, pirtûkeke li ser baweriya Îslamê hatiye nivîsandin. Di sala 1977an de li Bexdayê hatiye çapkirin.
  • Dîwana Helbestan, berhema wî ya herî navdar e. Bi zaravayên soranî û hewramî hatiye nivîsandin. Ji aliyê Pîremêrd ve du caran li Silêmaniyê hatiye çapkirin. Ji aliyê nivîskarên kurd ve bi venêrîn û şîroveyan gelek caran hatiye çapkirin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]