Mîxaîl Şoloxov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Michail Aleksandrovich Sholokhov hat beralîkirin)
Mîxaîl Şoloxov
XelatXelata Nobelê ya Wêjeyê
Şanenav
biguhêreBelge

Mîxaîl Aleksandrovîç Şoloxov (bi rûsî: Михаил Александрович Шолохов,Mikhail Aleksandrovich Sholokhov), jdb. 11ê gulanê/24ê gulana 1905an li Krûşîlîn, Oblast Rostovê; m. 21ê sibata 1984an li Vyoşenskaya) nivîskarekî rûs ê dema YKSSê bû. Sala 1965Xelata Nobelê ya wêjeyê girtiye.

Yek ji navdarên wêjeya rûs e. Jiyana gundiyên devedorê rûbara Don bi rêbaza diyalektîkê ristiye û raxistiye ber xwendevanan. Rexneger stîla wî di bin siya plagarîzmê de dijmêrin. Xwedî desthilatdariya kûltûra devkî ya Rûs bû. Wî sazûmaniya sosyalîst diparast û pesnê Sovyetê dida. Pirraniya temenê xwe li gundê xwe derbaskiriye. Romana wî ya navdar "Li peravên Don" li Kurdistanê gelek hezkiriye.

Hin ji berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Donskie rasskazy, 1925 - Li peravên Don (roman)
  • Lazorevaya Step', 1926 - Quntarên Lazoreva (roman)
  • Tikhii Don, 4 vol., 1928-1940 (roman)
  • Podnyataya tselina, 2 vol. 1932-1960 (roman)
  • Oni srajalis za rodinu, 1942 (roman)
  • Nauka Nenavisti, 1942
  • Slovo o Rodine, 1951
  • Sudba Tcheloveka, 1956-1957