Migirdîç Margosyan
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Migirdîç Margosyan (*23'ê berfanbarê 1938, li taxa Xançepek ango taxa Filehan a Amedê) yek ji nivîskarên ermenî yên Amedê ye.
Piştî dibistana navendî (miyandî) diçe Stenbolê û perwerdeya xwe didomîne. Li zanîngeha Stenbolê fakûlteya wêjeyê beşa fîlozofiyê de û li dibistana amedeyî ya Surp Haç Tibrevank a li Stenbolê de perwerdeyê dibîne. Wekî nimûneyê dawî yê wêjeya herêmî ya ermeniyan tê zanîn. Xwedî xelata weqfa Eliz Kavukçiyan e.
Berhemên wî [biguherîne]
- Mer Ayt Goghmerî, 1984.
- Gâvur Mahallesi, 1992.
- Li ba me Li wan deran, 1999. Avesta, Stenbol ISBN 975-7112-57-7 (Navê pirtûkê yê orijînal: Gâvur mahallesi; wergera ji tirkî Rûken Bağdu Keskin).
Çavkanî [biguherîne]
- Li ba me Li wan deran, 1999. Avesta, Stenbol.