Mihemed Iqbal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mihemed Îqbal di sala 1873 an da li welatê Pakistan ê li bajarê Siyalkut ê ji dê û bavekî sofî û oldar hatiye dinê. Zanistiya wî yê yêkem li ser Quran a Piroz bûye. Di piştî xilas kirina medreseyê, Îqbal bi alikariya mamosteyên xwe yên zimanê erebî û farisî, dest bi xwendina edebiyata îslamî kiriye. Dûra jî li bajarê Lahor ê zanîngeh xwendîye û li fakûlta zimanzanina rojhilat bi xwe mamostetî kiriye. Di van salan da wî gellek helbest jî nivisandiye û weşandiye[çavkanî pêwîst e].

Di sala 1905 an da Îqbal li zanîngeha Londra yê bi nav Chambrich ê li ser felsefe û îqtisadê mezûn dibe. Li Londra yê sê salan dimînî û li vir li fakûlta ziman û edebiyata erebî mamostetiyê dike û gellek konferansan li ser ola Îslam ê dide. Dîsa di van sê salan da Îqbal li ser dadmendiyê dixwinî û di piştî girtina diplomaya dozgertiyê, tere Elemanya yê û li zanîngeha Munih ê li ser felsefeyê doktora xwe dike. Gava ku Îqbal di sala 1908 ê da vedigerî li Hindistan ê di hêla xandewanên xwe da bi coşekî mezin tê pêşwazî kirin[çavkanî pêwîst e].

Dûra Îqbal bi salan beşdarî siyaseta welatê xwe dibe û di hêla pirr mirovan da tê qebûl kirin. Îqbal li ser siyasetê aha gotiye:“ Siyaset; kar kirin û ji bo rûmet û mezintiyê davet kirine.“[çavkanî pêwîst e]

Helbest û nivisên wî li ser misilmanên li Hindistan ê di serxwebûna li dijî Ingilterê da û di damezrandina Pakistan ê da bandûrekî gellekî mezin kirine.[çavkanî pêwîst e]

Iqbal di piştî nexaşîyekek giran û dirêj, di 21 ê Avrêl ê da di sala 1938 an da tere heqiya xwe.

Çavkanî[biguherîne]