Muhemmedê Şoşikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mihemmed Pêxamber hat beralîkirin)
Muhemmedê Şoşikî
Jidayikbûn1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mele Muhemmedê Şoşikî tefsîrvanê Quranêkurd e ku bi koka xwe ji gundê Binevre ji qeza Diha Sêrtê ye.

Navê bavê wî Ebdullah e. Malbata wî ji sedemê siyasi koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn. Bi xwe li Zaxoyê hatiye dinyayê û piştî wextan dîsa koçî Sêrtê kiriye.Bi navê "Nûra Qelban" tefsîra Quranê nivîsand.[1]

Bi zimanê kurdî pênc-şeş mealên Qurana pîroz hatibûn amade kirin û weşandin, lê ji hêla tefsîran ve, valahîkî gelekî mezin hebû; lewra di vî warî de, xebateke bi berfirehî ku nivşên nû karibin xwe bigihîninê û bi hêsanî jê sûd wergirin, tunebû.

Li Kurdistanê cara yekemîn e ku tefsîrek mîna ya "Nûra Qelban" berfireh diweşe. Ev tefsîr, pêşîn bi destxeta zimanê erebî wekî neh cîldan, di şeş salan de ji hêla seydayê xwedan feqî û medrese, Mele Muhemmedê Şoşikî, hatibû nivîsîn. Piştê bi keda salan, Weşanxana Nûbiharê zimanê wî tefsîrê serrast kir û wergerande ser tîpên latînî û wekî şeş cildan bi dawî kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tefsîra Quranê, Nûra Qelban, Muhemmedê Şoşikî

Qurana kurdî