Mihri Belli

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mihri Belli (* 1916 li Silivri nêzîkî Stenbol; † 16'ê gelawejê 2011 li Stenbol) yek ji siyasetmedarên komunîst, çepgirên tirk bû. Li dijî serxwebûna kurdan bû, dixwest kurd bi tirkan re di bin desthilatdariya Tirkiyeyê de bijîn. Herwiha bo kurdan federalî û otonomî jî zêde didît. Çareseriya "pirsgirêka kurd" di demokratîzekirina zagonan de didît. Ji ber wê ji aliyê gelek kurdan ve ew dihate rexnekirin.

Kemalîst bû yan sosyalîst?[biguherîne]

Malbata wî ji parêzgeha Rihayê çûye Stenbolê. Di koleja zarokên dewlemendan lê dixwînin, Robert Koleji de dixwîne. Li zanîngeha Stenbolê perwerdeya aborînasiyê dibîne.

Sala 1936'ê diçe DYAyê li zanîngeha zanîngeha Mississippi perwerdeyê bidawî dike (sala 1939). Li Amerîkayê li ser marksîzm, tevgerên ciwanan û birêvebirina wan, îdarekirina komên karkeran, kontrol û birêvebirina çalakiyên sîvîl hwd perwerdeyên taybet dibîne. Ji bo çi van kûrsan dibîne û ji aliyê kê ve tên dayîn, îro jî ne diyar e.

Sala 1940'ê vedigere Tirkiyeyê û tevlî partiya komunista tirk TKPê dibe. Di nava du salan de ji endametiyê dikişe komîteya navendî, 1942'yê dibe endamê komîteya navendî. Gorî rêznameya partiyê ev ne gengaz e lê dîsa jî dibe.

1943–1944 wekî asîstent li Stenbolê cem profesor Fritz Neumark dixebite. Sala 1944'ê li ser daxwaza Almanyayê li dijî TKPê û sosyalîstên tirk operasyon tên lidarxistin û Belli jî digirin. Herçendî endamê komîteya navendî û serokê rêxistina ciwanan Ileri Genclikê ye jî, tenê lê 2 sal ceza tê birîn û bo demekê di zîndanê de dimîne. Gorî hin îdiayan çend hefteyan di zîndanê de maye. Demekê derdikeve derveyî welat, têkilî bo rêxistinên yewnan re datîne. Heya sala 1960'ê ne aktîv e.

Ji salên 1960'ê ku li seranser cîhanê tevgerên ciwanan dadikevin lolanan, Belli jî bi kovara Aydınlık a Doğu Perinçek derdikeve meydanê. Bi Perincek û koma wê re li dijî Mahir Çayan û Deniz Gezmiş têdikoşe.

Di derbeya/cûntaya 12'ê adarê 1971'ê pirraniya çepgir û komunîstan tên girtin lê Belli nayê girtin, derbasê Filistînê dibe. Wê demê hin komên çepgirên kurd û tirk li Filistînê ne. Cunta bidawî bû vedigere Tirkiyeyê, lê namîne, derbasê Ewropayê dibe.

Sala 1979'ê di êrîşekê de auf Mihri Belli giran birîndar dibe. 1981'ê disa derdikeve Ewropayê.Têkilî bi devedorên PKKê re datîne. 1996'ê partiya ÖDP û 2002'yê jî ya SDP dadimezirîne, tevlî damezrandinê dibe.

Berhem[biguherîne]

  • Eine Analyse der türkischen Linken (almanî)
  • Tirkiye: Struktur, pirsgirêka neteweyî (Türkiye: Yapı, Ulusal Sorun (tirkî-îngilîzî)
  • Min mirov naskirin (İnsanlar Tanıdım 1997)
  • Têbiniyên biyanistanê (Gurbetten Notlar 1998)
  • Şoreşa demokratîk a neteweyî (Milli Demokratik Devrim 1968)

Girêdan[biguherîne]