Mikurhatina serbest

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di psîkoanalîtîka klasîk de ciheke girîng digire. Avakerê wê Sigmund Freud e. Mikurhatina an varqilîna serbest yek ji metodên psîkoanalîst bikartînin e. Hişar (cognition) di bin erk û bandora hezgirî, tevgerên fêrbûyî, faktorên demedorê hwd de ye. Di jiyana rojane de mirov gelek tiştan di mejiyê xwe de dihebîne lê dernaxe der. Hin tiştan mirov ji xwe jî vedişêre, sansûr dike. Bi parranî ev tiştana yên nerewa, nebaş û nelirê ne. An jî mirov wan wisa dinirxîne.

Psîkoanalîst alîkarî dike ku nexweş van sedemên nexweşiyê yên tarî û veşartî derxîne der, derxîne radeya hişarê. Mikurhatina serbest metodeke alîkariyê ye. Hin caran di atmosfereke leyîstikê pêk tê. Bijîşk peyvekê ji nexweş re dibêje û dixwaze ew nişkave çi hatiye bîra wê bêje. Bo mînak: Bijîşk "dar" - Nexweş "dirêj", Bijîşk "tenêbûn" - Nexweş "tirs".