Misirc
| Navçeya Misircê Kurtalan |
|
| Navçe | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Sêrt (parêzgeh) |
| Serbajar | Misirc |
|
|
|
| Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
| Hejmara gundan | 52 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 56.282[1] kes |
| Rûerd | 1.005 km2 |
| Berbelavî | 56 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | |
| Gelhe (2008) | 28.004 kes |
| Bilindayî | 700 m |
| Koda postayê | 56500 |
| Koda telefonê | (+90) 484 |
Misirc (bi tirkî: Kurtalan) şêniyek ji navçeyên Sêrtê ye, li Bakûrê Kurdistanê li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye, ji eşîra Pencînaran re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê Kurtalan lê daniye. Ango Qada Kurdan.
Navê Kurtalan ji "kurd" û "alan"a tirkî, ango qada kurdan hatiye afirandin. Lê ev nav dîsa di koka xwe de ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ew jî dîsa ji "gurd" ango "kurd" û "ilan" ango "alan" bi wateya qad çêbûye. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye erebekî sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."
Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya gundên her heft bavikên eşîra Pencînaran li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar" hatiye gotin. Navê "Gundilan" tê wateya cihê kurdan. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.
[biguherîne]
- Bêkend
- Bîşêra Jorî
- Bîşêra Xwarî
- Eyndar
- Eynik
- Eynqesir
- Kanîgewrik
- Qadiya
- Sarîb
- Serendê
- Sindiya
- 1-Siya
- Qadiya
- Zoqeyd
- Zoqê
- Minar
- Dêgan
- Hemdûna
- Kirîva
- Pîrişmê
- Babosî
- Çayê
- Têlan
- Baqirdê
- Kotîba Jorî
- Kotîba Jêrî
- Cimzerq
- Şêx ûnis
- Dêr
- Bêlekê
- Ewtê
- Badayê
- Cefanê
- terno
- Bastokqa,
- Paloniyê,
- Batasê,
- Girê,
- Darê,
- Başura,
- Telîba,
- Mêlha,
- Qinask,
- Zêwkê,
- Xinduka,
- Searta,
- Kevirhemo,
- Kanîkerwana,
- Hishis,
- Hekemiyê,
- Eynmihemed,
- Titinê,
- Batran,
- Bîrakurêdya,
- Xatma,
Çavkanî[biguherîne]
|
||||||||||||||||||