Mizîzex

Mizîzex
Doğançay
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Midyad
Demografî
Gelhe (2010) 177 [1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°22′17″Bk 41°26′50″Rh / 37.37139°Bk 41.44722°Rh / 37.37139; 41.44722
Bilindayî 905 m
Koda postayê 47500
Koda telefonê (+90) 482
Mizîzex li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mizîzex
Mizîzex
Mizîzex (Tirkiye)
Map

Mizîzex (bi aramî Mizizah, herwiha Mzizah, bi tirkî Doğançay) gundekî li navçeya Midyadê bi ser Mêrdînê ve ye û li Tûr Abdînê (Tirkiye) radiweste.

Bi cih bûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Mizîzexê 9 km li Başûr - Rojhilata Midyadê disekinê û ji Mor Gabrîel 18 km dûr e. Derûdora Mizîzexê bax û baxçe ne. Di gund de kelhek û dêrek hene. Dêra bi navê Mor Yuhanun di sedsala 6êmîn de hatiye avakirin.

Kesên suryanî piştî Mala Osman ketine gund û dubendî ketiye nava malbatê, ji gundên suryanî yên derdorê ew birine li gund bi cih kirine. Armanca Mala Osman û birina Suryaniyan ya li Mizîzexê, bend û berberî bû.[çavkanî hewce ye] Suryaniyên li Mizîzexê ne bi navê gundê Mizizexê, bi navê gundên jê hatine, wek suryaniyên Zazê, suryaniyên Êwertê, suryaniyên Kefrê û hwd. têne binav kirin. Mizîzex a êzîdiyên Şifqeta bû û kelihek 4 bircikî têde hebû, 2 bircikên kelihê bi temamî hatine xerab kirin, bircika Mala Mistefê xerabûyî ye, bircika Mala Ferho hê jî ava ye. Dêr û mizgeftên li gund jî piştre hatine ava kirin.

Mala Osman jî, li ser daxwaza Şifqetan hatin Mizizexê.

Jimara rûnistvanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vî gundî Misilman û Xirîstiyanî tevde dijîn. Gundên li derûdore Mizîzexê gundên Êzîdiyan in. Dêr û mizgeft li hemberi hev in, lê ti pirsgirêk di nav Misilman, Êzdî û Xirîstiyanên de tune ne. Tixûbê axa Mizizaxê gelekî fire ye. Ji bona Mizîzexê dibêjin:

  • Hax û helex gula welat Mizîzex

Îroj li gund 137 rûnistvan dijîn[2] û ji aramî û Kurdên hatin pêk tê.

Tê gotin ku malbatên aramî yên ku di Mizizîzex jiyane ji gundên derûdore - wek Îwardo, Bashoq/Beth-Ishok, Kafarbe, Urnus/Arnas, Iwardo, Rowen û Zaz - hatina û ji sedsala 19êmîn ve xwe li Mizîzex bi cih kirine. Di sala 2008an de bi tenê 6 malbatên aramî dijiyan.

Malên ku berê malbatên aramî te de dijîyên yan ji aliyê mabatên Kurd ve wek axir têne bikar anîn, yan jî betal in û ji hev dikevin. Ji malbatên gundên aramî îro 30 malbat li Suriye, 339 li Elmanya, 30 li Holanda, 124 malbat li Swêdê, malbatek li Belçîka û 4 jî li Stenbolê dijîn.

Demografiya Mizîzexê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jimara malbatên aramî yên ku li Mizîzex dijiyan wiha ye[3]:

  • 1870 = 16 malbatên aramî
  • 1915 = 70 malbatên aramî û 50 malbatên kurd
  • 1960 = 90 malbatên aramî
  • 1970 = 212 malbatên aramî
  • 1978 = 78 malbatên aramî
  • 1979 = 75 malbatên aramî
  • 1980 = 42 malbatên aramî
  • 1985 = 37 malbatên aramî
  • 1987 = 35 malbatên aramî
  • 2006 = 6 malbatên aramî

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundiyên Mizîzexê bi gelemperî ji bo ihticayên xwe di cotemeniyê de kar dikin.

Dirok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komkujî di sala 1915 an de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1915 an de, dema ku komkujiya hemberî suryaniyan pek hat, qasî 70 malbatên aramî û 50 malbatên kurd li Mizîzexê dijiyan. Dema ku komkujiya hemberî Xristiyanan dest pê kirî bû gelek malbatên aramî koçberiya Aynwardoyê kirî bûn. Li wir 50 roj man û dema ku pistî agirbestê vegeriya bûn gund, li rê de hinek hatin kuştin[4]. Hinek malbat koçberiya Suriyê kirî bûn. Piştrev gele malbat koçberiya Ewrûpa kirin.

Elîkê Betê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elîkê Betê, di dîroka Kurdistanê de, yekemîn car deriyê girtîgeha Nisêbînê vekiriye. Di Cumhuriyet Ansîklopedisî de, yanî Ansîklopediya Komarê de, beşê Mêrdinê de, hevoka pêşî wiha dibêje: Dema, em dibêjin Mêrdîn, Elîkê Betê tê bîra me .

Nivîskar Faik Bulut, di pirtûka bi navê Dar Üçgen de Üç İsyan de, dibêje:

  • Di Fermana Ermenî û Suryaniyan de, civînek li Êstilê (Taxa Midyadê) çêdibe. Axalerên herêmê teva kom dikin û rayedarên Tirk, Parêzger, fermandarê Alaya Mêrdînê û fermandarê Alaya Seyar ya Midyadê û qeymeqamê Midyadê, dibêjin, Pêwist e hun arîkarî û piştgiriya dewletê bikin ku em firmana Suryanî û Ermeniyan rakin.

Di nava Axalerên herêmê de, tenê Elîkê Betê dengê xwe bilind dike û dibêje,

  • Ez qebûl nakim. Kesê ku li hemberî Suryaniyan fermanê rake, ewê min li hemberî xwe bibîne.

Li ser vê dijberiya Elîkê Betê, Osmaniyan, ji Mala Osman; Haco, Hemed, Ferho, Hiseynê Ferho, Çelebî, Serhan, Elîkê Betê û Şemûnê Henê Heydo (Suryanî ye, mezinê Sarê û Basibrînê ye) berdest dikin û sergomî girtîgeha Xerpotê dikin. Piştî 4-5 salan Elîk, Şemûnê Henê Heydo, Hiseynê Ferho û Gewriyê Zazî, ji girtîgeha Xerpotê direvin. Hiseynê Ferho û Gewriyê têne girtin, Elîkê Betê û Şemûnê Henê Heydo xelas dibin.

Sal 1919...

Elîkê Betê çawa tê gundê Mizizexê, dest bi serîhildanê dike û Nisêbînê dike destên xwe û devê girtîgehê vedike. Elîkê Betê, di sala 1919 an de tê kuştin.

Hevêrka ne tenê êlek e. Konfederasyon e û ji 18 êlan pêk tê. Navenda vê Konfederasyonê jî êl/eşîra Hevêrka ye. Navenda Konfederasyonê Mizîzex e. Serokê Konfederasyona Hevêrka Mala Osman in. Ji Mala Osman kesên ku nav dane, û di şerên navbera eşîrên de, Hesen I, Haco II, Haco III, Hesen II ne, Elîk e, Ferho, Hiseynê Ferho ye, Çelebî ye, Serhan e, Saroxan e, Hiseynê Çelebî ye. Ji Mala Osman kesên ku li dijî dewletê navdar in: Haco II, Haco III ye...

Dêr û ol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îro li gund dêra Mor Yuhannan hîn jî sax e. Ev dêr di sedsala 6êmîn de hatibû avakirin û cihê xwe li navenda gund e. Lê mixabin dêrên Mor Bar Saumo û Mor Shem´un hilweşiya ne.

Navê dêra sax ji navê Yuhannayê Kfoneyî stendiye. Ew bi xwe li Atîna ji dayik bûye û sagirtekî Mar Augîn bûye. Di sedsala 4êmîn de wek elçiyê olî li Tûr Adînê kar kiriye. Tê gotin ku pistî mirina wî lasê wî li gundê Kfone (Derikvan) (li nêziya Zazê hatiye binerdkirin[5]).

Li gund dibistaneke olî jî tê mesandin û jimara sagirtê wê 20 e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Türkische Institut für Statistik abgerufen 18.11.2008[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Mizizah.de/history, ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2010
  4. ^ David Gaunt, Jan Bet̲-Şawoce, Racho Donef. Massacres, Resistance, Protectors: Muslim-christian Relations in Eastern Anatolia During World War I Gorgias Press LLC, 2006 ISBN 1-59333-301-3, S. 384f.
  5. ^ Mizizah.de/Kirche, ji orîjînalê di 8 çiriya pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2010

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]