Moşe Barazanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Moşe Barazanî
Jidayikbûn14 hezîran 1926 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin21 nîsan 1947 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Orşelîm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNarincok li ser wîkîdaneyê biguhêre(Xwekuştin)
Cihê goristanêMount of Olives Jewish Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Moşe Barazanî yan Barzanî (Moshe Barazani) (jdb. 14ê hezîrana 1926an li Bexda - m. 21ê nîsana 1947an li Orşelîm) kurdekî cihû bû, tevlî têkoşîna azadiya Îsraelê bûbû.

Barzan navê herêmek e bo gelek malbatan bûye paşnav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wî ji herêma Barzan a başûrê Kurdistanê ye, lewra jî paşnava wan Barzanî ye. Herêmên Kurdistanê herwiha bûne paşnavên malbatan jî. Barzan him bûye paşnavê kurdên misilman, him jî yên cihû û xrîstiyan. Di vir de divê mirov jibîr neke, Barzan navê herêmek e. Di nava malbata Mele Mistefa Barzanî û Moşe Barazanî de ti xizmatî (lêzîmtî, eqrebatî) nîne. Ji ber ku tev jî li Barzanê jiyane, ev paşnav girtine.

Moşe Barazanî li Bexdayê jidayîk bûye. Di temenê xwe yê ciwanî de tevlî nava refên partîzanên bo rizgarkirina Îsraelê têdikoşin, dibe. Ji aliyê hêzên leşkerî yên Brîtanyayê ve tê girtin. Ew û hevalê wî Meir Feinstein di baregeheke rûs a li herêmê de tên zîndanîkirin. Cezayê dardekirinê li wan tê birrîn. Wê demê îngilîz li herêmê bûn û nedixwestin ti kes bêî wan tevbigere. Ew bi kujtina serbazekî îngilîz tê tewanbarkirin.

Beriya ku bên dardekirin, ew û hevalê wî li zîndanê dawî li jiyana xwe tînin, ango xwe dikujin. Ji aliyê gelê Îsraelê ve wekî lehengekî tê zanîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]