Molière
Ji Wîkîpediya
Jean-Baptiste Poquelin, an bi navê xwe yî navdar Molière (15'ê rêbendanê 1622 – 17'ê reşemiyê 1673) yek ji nivîskarên şanoyê û şanogerên fransî yê navdar e.
Di dibistana College de Clermont de perwerdeyê dibîne. Di sala 1643an de komek şanoyê ya bi navê Illustre Theatre dadimezirîne û navê Molière li xwe dike. Di demeke kurt de Molière û koma xwe navdar dibin û heya bigire ji bo palasa keyê fransî leyîstikan pêşkêş dikin. Di warê şanogeriya komediyê de gavên mezin diavêje û herçendî rastî rexneyên tûj tê jî riya xwe didomîne.
Molière pirranî nivîsên xwe ji bo leyîstinê nivîsiye. Ji jiyana rojane sûdwergirtiye, bi diyalogên rojane leyîstikên têr pisporî afirandiye.
[biguherîne] Hin ji leyîstikên Molière
- Les Femmes savantes - Jinên qurre
- Le Bourgeois gentilhomme - Gundiyê bûrjûwa
- L'Avare - Tema
- Le Misanthrope - Zilamok
- L'Ecole des femmes - Dibistana Jinan
- L'Impromptu de Versailles - Versayname
[biguherîne] Molière bi kurdî
- Tartuffe Sofiye Sextekar, Aram 2002, wergêr: Yakub Karademir
- Çinûk, Aram, wergêr: Yakub Karademir
- Nexweşê nexweşiyê, Aram 2006, wergêr: Yakub Karademir
|
|
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Molière hene. |