Mûş

(Ji Muş hat beralîkirin)
Mûş
Muş
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş
Serbajar Mûş

Hejmara nahiyan 4 nahiye
Hejmara bajarokan 9 bajarok
Hejmara gundan 96 gund

Gelhe (2020) 408.809 kes
Rûerd 2.604 km2
Berbelavî 64,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 69.507 kes
Koordînat 38°44′17″Bk 41°29′38″Rh / 38.73806°Bk 41.49389°Rh / 38.73806; 41.49389
Bilindayî 1.375 m
Koda postayê 49000
Koda telefonê (+90) 436
Mûş li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Mûş
Mûş
Mûş (Tirkiye)
Mûş li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Mûş
Mûş
Mûş (Bakurê Kurdistanê)
Mûş li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Mûş
Mûş
Mûş (Mûş)
Jineke mûşî, ji arşîvên Brîtanî (1893)

Mûş, (bi tirkî: Muş) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku bajêr li başûrê rojavayê Deşta Mûşê hatiye avakirin.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûş bajarekî zehf kevn e. Li çavkaniyên asûriyan de tê behskirin ku navê herêmê ji Şaristaniya Mûşkiyan tê[çavkanî hewce ye]. Îbraniyan navê herêmê "Mûşa" (erdên avî) danîne[çavkanî hewce ye]. Navê herêmê dema Îslamê de wek "Tarûn" hatiye bikaranîn[çavkanî hewce ye]. Mûş niha li Tirkiyeye li herêma Rojhilatê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn):

  • 900 - 609 dema ûrartiyan
  • 609 - 550 dema medan
  • 550 - 334 dema persan
  • 68 dema domayiyan

Piştî Îsa (zayîn):

  • 217 - 637 dema Sasaniyan
  • 637 dema bîzansiyan
  • 641 dema ereban
  • 1071 dema selçûkiyan
  • 1191 dema eyûbiyan
  • 1495 dema osmaniyan
  • 1655 mîrîtiya şerefxanan
  • 1916 dema rûsan
  • 1917 dema tirkan

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 39° 29' û 38° 29' bakûr û meridyenên 41° 06' û 41° 47' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Erziromê ve, li rojava bi Bîngolê ve, li başûr bi Diyarbekir, Sêrt û Bidlîsê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê ve tê girêden.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda bajar 8.196 km² ye. Çiyayê herêmê 34,9% , deşt 27,2% û platoyên herêmê jî 37,9% teshkil dike[çavkanî hewce ye]. Li Mûşê tene, nok, tutûn û kixsên şekir tê çandin.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê îklîmek reshayî û sar derbas dibe. Zivistanan sar u bi berf, havînan jî hênik derbas dibe. carna çemên herêmê zivistanan diqerisin.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê kurtikê bilindtir yê herêmê ye (2.950 m), Avnî (2.754 m), Çiyayên Xamirpêtê (2.879 m) û Otluk (2.155 m) jî çiyayên din yê herêmê ne.

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Mûşê, deşta mezintir ji yên Kurdistanê ye. Dirêjbûna wî 80 km û firehbûna wî jî 30 km ye. Mezinbûna deştê 1.650 km² ye. Deşt di navbera çiyayên Nemrûd (Bidlîs), Şerefdîn, Qereçawûş û çemê Muradê de ye.

Deşta Kopê (525 km²), deşta Lîz (160 km²) û deşta Milazgirê (450 km²) mezin in.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Mûradê ji bakûrê dikeve herêmê. Mûrad şaxek çemê Firatê ye. Çemê Reş, Lîz, Çolboxir, Heronek û Memanlî ji çemên din yê herêmê ne.

Li herêmê hinek golên siruştî û biçûk jî hene. Wek Gola Bûlanix (10 km²), Gola Xamirpêtê 83 km²).

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê ruvî, gur, semasî, kewroşk û kew hene. Li gol û çemên herêmê masî jî peyde dibin.

Serjimar û Navçeyên Bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahiya serjimara herêmê (tevlî gundan) 412.553 e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî madenan ne dewlemend e. Li herêmê tenê çîmento, barît û xwê ji bin erdê dertê.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî zivistanek dirêj û sar li Mûşê tabîat xwe duguhere û her der şîn dibe. Ji Kela Mûşê her derê deşta Mûşê tê xwuyakirin. Rezên Mangok bi ava xwe yê sar û şinahiya xwe bi nav û deng e li herêmê.

Germavên herêmê wek Gola Şor, bazikan jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîn û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elewî û Sunni ciwakê teşkîl dikin. Ciwak ji kurdan û hinek azerî, Çeçen ên ku dewletê anîne bicihkirine pêk tê. Li navçeya Kopê hinde Terekeme hene.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê zuhakirina sebze û fîkiyên havinê ji bo zivistanê di nav gel de pir tê çêkirin. Jê vê zuhakirinê re gel dibêje "kak", "jax" jî ji zuhakirina şînahiyên kovî, wek kereng re tê gotin. Mirov dikarin jaxê û kerengan ji bo zivistanê tekin ava şor jî.

Qirçik: qaşilkên zuha yên xiyaran di nav rûn de bi pîvaz û îsotan re tê sorkirin. Îşkene bi ser tê reşandin û bi sosa ji mast, sîr û rûn çêkirî tê xwarin.

Li herêmê tirşî jî ji alî gel ve pir tê çêkirin. Qavûrme, çavbelek, mirtoxe û herse xwarinên din yên herêmê ne ku ji alî gel ve tên xwarin.

Heftadirek: bulxur bi hêk tê li hevxistin. Di siniyek din de kifteyên ji qîme, pîvaz, ava hinaran û birinca kelandi hatiye çêkirin tê sorkirin. Bulxur wek perçên biçûk hundirên wan tê wekirin û kiftên sorkirî dikeve hundirê van û di avê de tê kelandin. Rûnê sorkirî bi ser tê reshandin û serwîs dibe.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîstanên jinan dirêj û qedîfe ne. Îşlikên hundir (melekof) li gundan tê li xwe kirin. li bajaran carna çend fîstan bi ser hevde jî tê li xwe kirin. Fîstanê ser, ber wê vekirî ye. Ji kefiya pishtê re dibêjin "şehre". di serî de şalek (kirap) tê girêdan. Di serê keçên ciwan de "leçek" yên pîr de jî "kofî" hene. Carna pere yan jî zêr li serî tê girêdan.

Zilamên herêmê şal (pantolonê fireh) bi îşlig li xwe dikin. Êleg û çakêt li ser şal de li xwe dikin. Cîzme, karox, pilava lastîk ya reş jî di nigan de heye. Di bêrîka êlegên zilamên pîr de saet heye. Li hinek gundan şal û şapik jî tê li xwe kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malperên Mûşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]