Muemer Qedafî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muemer Qedafî
Navê rastî
معمر القذافي‎ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Muammar Muhammad Abu Minyar Gadafi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

7 hezîran 1942 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qasr Abu Hadi (Italian Libya) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin20 çiriya pêşîn 2011 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKuştina bi çeka agirberdanê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Cihê goristanêLibyan Desert Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîLîbya, Kingdom of Libya, Great Socialist People's Libyan Arab Jamahiriya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Benghazi Military University Academy
  • University of Libya
  • Joint Services Command and Staff College
  • Fu Hsing Kang College, National Defense University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • The Green Book
  • Third International Theory Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Brotherly Leader and Guide of the Revolution (1969–2011)
  • Chairperson of the African Union (2009–2010)
  • Prime Minister of Libya (1970–1972) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Libyan Arab Socialist Union
  • Arab Socialist Union Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Fethiye Nuri al-Khaled (1969–1970)
  • Safia Farkash (1970–2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Al-Saadi Gaddafi
  • Saif al-Islam al-Gaddafi
  • Hannibal Muammar Gaddafi
  • Mutassim Gaddafi
  • Saif al-Arab Gaddafi
  • Khamis Gaddafi
  • Muhammad Gaddafi
  • Ayesha Gaddafi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Mohammed Abdus-Salam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Aisha Ben Niran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Order of the White Lion (1982)
  • Order of the Yugoslavian Great Star (1999)
  • Order of Stara Planina
  • Order of Bohdan Khmelnytsky
  • Order of the Liberator (2009) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Muemer Qedafî, Muemer el-Qedafî, Muemer Qezafî an jî Muemer el-Qezafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu'ammar al-Qadhdhafi) (7’ê tirmeha 1942 li Sirt, Lîbyayê - 20'ê kewçêra 2011 li Sirtê) di navbera salên 1969 û 2011'an de serokê Lîbyayê bû.

Qedafî di sala 1963’an de Beşa Dîrokî ya Fakulteya Hiqûqê qedand. Pişt ra destbi Akedemiya Leşkerî kir. Dema ku ev beş qedand çû Îngîlîstanê û di warê leşkeriyê de perwerdehî dît.

Di sala 1956’an de kete bin tesîra Nijadperestiya Ereba û tevlî tevgerên antî-siyonîst bû. Digel hevalên xwe yên dibistanê rêxistinek bi navê Tevgera Efserên Azad damezrand.

Qedafî di sala 1969’an de bû serpel û digel Tevgera Efserên Azad li hemberê Key Îdrîsî re darbeyek çêkir û ji xwe re rûtbeya Mîralayê girt û bû serokê hêzên çekdarî. Di wan salan de pişta xwe da dewletên Ereba û daxwaza avakirina Sosyalîzma Kesk kir.

Ji bo yekîtiya Ereban û digel welatên serbixwe li dijî nijadperestî û mêtingeriyê soza xebatan daye. Qeddafî di 7’ê Îlona sala 1969’an de ji aliyê DYA’yê ve hate naskirin.

Di 16’ê Çileya 1970’an da Muemer Qedafî bû Serokwezîrê Lîbyayê.

Qedafî ji xwe re Cemal Abdulnasir wek rehberek hesiband û reformên ku li Misirê hatine kirin dixwest li Lîbyayê jî pêkbîne. Di 16’ê Çileya 1970’an de Makezagona nû hate amadekirin û erkên Wezareta Parastinê û Serokwezîriyê jî girt ser xwe.

Dema ku bû Serokwezîrê Lîbyayê Keyaniya Yekbûyî ji welatê xwe derxist û şîrketên niftê ji bo netewa xwe xebitand.

Dest avêt li ser mal û milkên Cihû û Îtalî û wan bi zorê ji welatê xwe derxist. Di dema dagirkirina Kîprosê de li dijî DYA’yê derket û alîgerê Tirkiyeyê bûbû.

Piştî mirina Cemal Abdulnasir xwest ku rola wî bigre ser xwe û li ser Ereban serokatî bike. Li hîn welatên Efrîqa û li welatên Ereban piştgiriya tevgerên çep kir û digel YKSS (Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet) têkîliyên nêzîk saz kir.

Di salên 1982 û 1983’an de Serokatiya Rêxistina Yekîtiya Efrîqayê kir. Qedafî heta 2011'an Serokwezîrtiya Lîbyayê kir.

Muemer Qedafî di 20'ê kewçêra 2011 li Sirtê ji hêla muxalîfan ve hate kuştin.[1][2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]