Muhsin Yazıcıoğlu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muhsin Yazıcıoğlu
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Sivas (en)
à partir du
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Hevwelatî
Perwerde
Ankara University Faculty of Veterinary Medicine (en)
Zanîngeha EnqereyêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, veterinarianLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Great Unity Party (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Muhsin Yazıcıoğlu
Şanenav
Wêneyê goristanê

Muhsin Yazıcıoğlu (jdb. 1954 li Şarqije; m. 25ê adara 2009an li Gurgum) parlementer, siyasetmedarekî tirk û serokê partiya neteweperest BBP'yê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muhsin Yazıcıoğlu di malbateke cotkar de hatiye jiyanê. Perwerdeya bingehîn li Şarqijeyê dibîne û ji sala 1972 ve li paytext Enqereyê dest bi perwerdeya veterîneriyê dike.

Hêj di ciwaniya xwe de tevlî Gurên Boz (Bozkurtlar) dibe û li dijî çepgir û Kurdan têdikoşe. Di demekê kurt de dibe yek ji kadroyên sereke yên MHPê û li cem serokê MHP û Bozkurtlaran Alparslan Türkeş cih digire. Di cûntaya 12ê îlonê (1980) de bo demekê tê girtin.

Ew xwe ji MHPê diqetîne, partiya xwe dadimezirîne, BBP. Gorî MHPê hinekê bêhtir meyla ol û Osmanîperweriyê die. 25ê adara sala 2009 di qezayek babirokê de jiyana xwe jidest dide. Hin dibêjin ev qeza nebûye kujerî bû, ew xistine dafikê (kendê).

Muhsin Yazıcıoğlu marî bûbû û bavê du zarokan bû.

Hin agahî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Muhsin Yazıcıoğlu sala 2005 li ser lînckirina Kurdan wiha gotibû: „Heger dewleta me bi xwe nikaribe me biparêze [...], gel jî êdî nikare tehemûl bike. Mafê gel heye bo ewlekariya xwe tevbigere (ango kujtin û lînckirina Kurdan pesinand).“[1]
  • Dema behsa têkiliyên partiya wî û kujtina Hrant Dink hat rojevê, Yazıcıoğlu got, „hêzên navneteweyî berpirsiyar in“.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]