Famîleya mûzan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Musaceae hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Famîleya mûzan (Musaceae) famîleyeke riwekan e. Di desteya Zingiberales de cih digire. Li herêmên tropîk ên Awistraliya, Asya û Afrîkayê digihên. Sê cins û bi qasî 40 cureyên vê malbatê hene.

Sîstematîk [biguherîne]

Navê bijîşkê kayzer Augustus ê romayî Antonius Musa lê hatiye lêkirin. Famîleya Musaceae sala 1789'ê ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu de Genera Plantarum, r. 61'ê de ravekirin.

  • Musa L.: Bi qasî 30 cureyan du binê çar seksiyonan de.
  • Ensete Horan.: Şeş-heft cure.
  • Musella (Franchet) C.Y.Wu ex H.W.Li: tekane cure.
    • Musella lasiocarpa (Franchet) C.Y.Wu ex H.W.Li (Syn.: Musella splendida R.V.Valmayor & L.D.Danh)

Çavkanî [biguherîne]