Mustafa Erdoğan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mustafa Erdoğan (bilêvkirina bi kurdî: Mistefa Erdogxan, * 1965 li Colemêrgê) yek ji koreograf û gerînendeyê koma zargotinê ya bi navê Anadolu Ateşi (Agirê Anatoliyayê) ye.

Folklor û zargotina kurdî bi navê "dewlemendiya tirkan" bikartîne û tevlî pêşbirkên navneteweyî dibe. Perwerdeya fîlozofî û hûnera desthilatdariyê dîtiye. Hêj di dema şagirtiya xwe de bala xwe berdide zargotina kurdî ya dewlemend. Lê ji ber ku kurdî û bikaranîna navê "kurd" li Tirkiyeyê qedexe bû û ji bo jiyanê înkarkirin pêwîst bû, ew jî zargotina kurdan wekî ya tirkan dide nîşandan û ji xwe re kariyer çêdike.

Bi bikaranîna çand û zargotina Kurdan gelek xelatan werdigire û hêdî hêdî dikeve bazirganiya vê karê jî. Grûba Anadolu Ateşi dadimezirîne û li ser navê tirkan di qada navneteweyî de derdikeve pêşbirkan û pêşangehan. Bi hunermenda tirk a navdar Gülben Ergen re dizewice (2004). Li ser zargotinê gelek nîvîsaran dinivîsîne û di wan de hemî dewlemendiya çand û zargotina kurdan wekî ya tirkan dide nîşandan.

Li dijî wî gelek rexne tên kirin ku ew xizmeta pişavtina (asîmîlasyona) kurdan dike. Li ser navê wezareta çand û turîzmê ya Tirkiyeyê tevlî gelek festîval û pêşangehan bûye û tê gotin ku bi zanebûn karê asîmîlasyonê dike.

Wî herwekî karê rojnamegeriyê jî kiriye. Herçendî perwerdeya rojnamevaniyê nedîtibe jî di demekê kurt de dibe cihgirê sekreterê komeleya rojnamevanên nûjenperwer û di rojnameyên wekî Söz, Demokrasi û Turkish Daily News de dinivîsîne.