Muxabere

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Muxabere an jî Mukhabarat peyveke erebî ye ku tê wateya "ragihandin" û bi kurtî ji saziyên saloxgeriyê yên dûgela Sûrî û welatên din ên ereb re tê gotin. Muxabere ne bi tenê yek sazî ye, lê belê navê giştî yê hemî saziyên saloxgeriyê ye.

Sazî herçendî di bin fermana sazûmanê de ye jî, di rastiyê de bi serokdewlet ve girêdayî ye. Wekî tê zanîn li Rojhilata Navîn sazûmanên awarte hene. Ji ber wê jî birêxistinbûna saziyên dewletan jî ne têkûz û zagonî ne.

Buroyên saloxgeriyê yên Sûriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi destdanîna malbata Esad li ser desthilatdariyê ve bingeha saziyên sîxuriyê jî hatine avêtin.

Sê beşên bingehîn ên Muxabereya Sûriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Beşa Îstixbarata Leşkerî (شعبة المخابرات العسكرية )
  2. Îstixbarata Siyasî (ya Giştî) (إدارة أمن السياسي )
  3. Îstixbarata Hêzên Esmanî (إدارة المخابرات الجوية )

Beşa Buroya Saloxgeriya Siyasî pirranî ji bo kurdan û muxalifên rejîmê hatiye damezrandin. Heya îro bi deh hezaran kesên dijber bi destên vê beşê hatine girtin. Gelek rêxistinên mafên mirovî di wêbaweriyê de ne ku Muxabere êşkenceyê dike, mirovan dikuje, seqet dihêle yan ji holê radike. Dîsa ew di wê baweriyê de ne ku Muxabere bi rêxistinên terorîst ên navneteweyî yên wekî Elqaîde, Hizb at-Tahrir, ITC û hwd re di têkiliyan de ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]