Muzîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muzîk
Dersdayîna muzîkê li gorî dema yewnanên kevin (li ser vaseke dîrokî hatiye boyaxkirin, 510 B.Z).
NavgînDeng
Çanda ku tê de pêkhatGelek
Çaxa ku tê de pêkhatÇaxa paleolîtîk

Muzîk yan sazbendî, dengê mirovan, an jî dengê amûran bi formeke xweşik û hestiyar anîna cem hevduye. Wek şaxeke hunerî pir kevn e. Di xwezayê de gelek dengên cuda vêşartîne. Ji destpêka mirovatî hetanî roja îro, muzîk bi formên cur be cur hatiye.

Li gor şaxên din yê hunerê, di nava muzîkê de, gelek şaxên din jî dikarin roleke mezin bilîzin. Muzîk, tenê ji dengan pêk naye. Heman demê de, gotin jî di nava berhemeke muzîkal de xwedî roleke sereke ye. Bi hêza gotinê, berhemek dikarê xîtabe dil û mejiyê guhdarvanan bike. Bi hêza newayekê, berhemek dikarê xîtabe guhê guhdarvanan bike.

Lêkolînên di derbarê muzîkê de derdixin holê ku, newa û rîtm, di mejiyê mirovan de, yekser bandora xwe li ser bêşên ku şabûnê, bêrîkirinê, an jî ji xemgîniye berpirsiyarin dike. Ji ber vê jî, muzîk, deriyê ku diçê cîhana hêstên mirovan ve dike. Hem bi dîtin, hem bi bîhîstin, hem jî bi hêsîn dikare bikevê rihê mirovan û wan di nava dengan de bibe rêwîtiyek.

Li gor çand û ziman, erdnîgarî, ol û sosyolojiya mirovan muzîk dibe xwediyê formên cuda. Hêrî nirxandineke klasîk ew e ku, muzîk gerdûnî ye. Mirov ji zimanekî qet fehm nekin jî dikarin ji newayekê tesîr bibin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêre ĵî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]