Muzîka kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Muzîka kurdî navê hemû cûreyên stranbêjî, dengbêjî û kilamgotina gelê kurd e. Bingeha wê ji dengbêjiyê, ji çîrok xwendina melodîk pêk tê. Li gorî vê yekê di nava muzîka kurdî de sê beşên bingeh hene: çîrokbêjî, stranbêjî û dengbêjî. Pirraniya stranên kurdî ji du qite û deh heceyan pêk tê.[çavkanî pêwîst e] Taybetiyeke din a muzîka kurdî ev e ku melodiyên xwe hêsan in û lewra sê-çar deng (ton) bi gelemperî têrê stranekê dikin. Pir caran jî, stranên kurdî bi qite û melodiyên wekhev bi dawî dibin. Pirraniya kilamên kurdî derheqê evînê hatiye nivîsandin. Herwiha, stranên xebatê, govendê, yên dîlanê û pîrozbahiyên din jî gelek tên hezkirin.

Saz, tembûr, kemançe, bilûr, dûdûk, def, dahol û zirne enstrumanên tîpîk in.

Tembûr, di civatên êzîdî, yaresan û elewî de ji bo rîtuelên olî roleke mezin dilîze. Ji bilî enstrumanên çandî yên kurdan (bilûr, tembûr, dûdûk, dahol/def...) enstrumanên ji çanda rûmî û farisan jî tên bikaranîn. Di muzîka pop a modern de enstrumanên elektronîk - wek gîtara ceyranî û keyboard - her ku diçin girîngtir dibin. Bi taybetî di muzîka dîlanan de keyboard îro cihekî girîng digire.

Dîrok[biguherîne]

Li gorî arkeologan, mûzika kurdî ji bav û kalan ên xwe Hurîyan hate[1][2][3][4][5]. Ev delila ko taybeta muzika kurdî ji 4000 salan dîje

Cûreyên muzîka kurdî[biguherîne]

Çend beşên muzîka kevneşop:

Çend beşên muzîka nujên:

Cûreyên stranên kurdî[6] [7][biguherîne]

Bê enstruman[biguherîne]

  • Beyt
  • Qesîde
  • Qewl
  • Dîlok
  • Baritî
  • Laja
  • Lawik
  • Heyranok
  • Payizok
  • Qetar
  • Serdare
  • Gawas
  • Laylay an lorik
  • Halparke
  • Kilam[8]
  • Serhatî
  • Serêlî
  • Şînî
  • Kalhorî

Bi enstruman[biguherîne]

  • Şêxanî
  • Kalaka quta şîn
  • Suskayî
  • Royîn
  • Dûpeyî
  • Sepeyî
  • Stran
  • Strana dawetê
  • Kilam
  • Goranî
  • Gulbang

Rewşa muzîka kurdî[biguherîne]

Gelê kurd xwediyê gelek taybetmediyên civakî, olî û çandî ne û çanda kurdî li her yek herêmê bi haviyeke din pêşketiye. Ji ber ku Kurdistan ji aliyê welatên dagirker ve hatiye perçekirin, gelê kurd di nava welatên cuda de dijîn û rastî gelek astengiyên siyasî, çandî û aborî tên. Herwiha, li ser çanda kurdî hê jî siyasetên asîmîlasyonê yên fermî têne meşandin. Lewra profîla muzîka kurdî jî herêm bi herêman diguhêre.

Iraq[biguherîne]

Berî bidestxistina desthilatiya rejîma baas ya Sedam Huseyn muzîka kurdî serbest bû. Lê bi serokatiya dîktator Sedam muzîka kurdî bi timî hate qedexekirin û çand û hunera kurdî rastî polîtikayên asîmîlasyonê hatin. Bi vî havî bazareke reş ji bo muzîka kurdî pêk hat û di wê demê de stranbêjên wek Elî Merdan gelek bi nav û deng bû.

Îran[biguherîne]

Rejîma Îranê ji rêxistinên kurdî bi taybetî muzîka kurdî ji serî ve wek tahlûkeyeke mezin hesiband û li gor vê yekê tedbîrên xwe yên siyasî û civakî stend. Bandora muzika faris li ser muzîka kurdî zehf baş xuya dike, û ev yek wek taybetiyeke muzîka kurdî ya li Îranê tê hesibandin.[çavkanî pêwîst e] Bi pirranî saza farisî - ya ku xwediyê dengeke balkêş e - tê bikaranîn. Kurdên Ehlê Heq bi giranî muzîka sûfî lêdixin.

Sûrî[biguherîne]

Beşeke mezin a kurdên Sûriyê ji mafên bingeh - wek ê hemwelatiyê - dûr in. Dîsa jî - belkî jî, ji ber vê sedemê - bakûrê Sûriye (Kurdistana rojava) xwediyê dînamîkên serbixwe ye û loma xwedîlêderketina nasnameya kurd gelek xurt e. Gelek dengbêj û stranbêjên navdar li Kurdistana rojava hene ,yên ku hunera wan bûye bingehek mezin û dewlemend ji bo kurdan. Wek Mihemed Şêxo, Baqî Xido, Cemîlê Horo, Miço Kendeş, Ciwan Haco, Xêro Abbas, Narîn Feqe û gelek stranbêjên din.

Tirkiye[biguherîne]

Ji ber tune hesibandin û hewldanên tunekirina nasnameya gelê kurd, muzîka kurdî ji damezirandina dewleta romî (1923) heta salên 90'î bi timî qedexe bû. Ev hê demeke kin e ew qedexeya li ser çand û muzîka kurdî rabûye, lê hê jî (oto-)sansureke civakî ya mezin li ser muzîka kurdî heye: evya bi taybetî di medyaya romî de xwe dide xuyakirin, ji ber ku muzîka kurdî ne qedexe be jî, klîbên kurdî an kêm an jî qet nayin nîşankirin.

Li şûna vê yekê, bi sedan stranên kurdî ji koka xwe hatin hilkirin, bi tirkî hatin wergerandin û ji çapemeniyê re wek stranên tirkî hatin weşandin. Lewra îro gelek stranên tirkî yên binavûdeng bi eslê xwe stranên kurdî ne - mîna Lo berde, Yek mûmik, Xumxumê tolêdar, Lê xanim Xan, Xanimê, Ax bêhal im û hwd. Evya ji aliyê sosyologan ve wek qirkirina çandî tê binavkirin û yek ji beşên siyaseta asîmîlasyonê kare bê hesibandin.

Di çarçoveya asîmîlekirina çand û hunera kurdî de bi taybetî hewldana hilbijartina stranbêjên kurd ên ku bi tirkî distriyan bû: bi vî havî, heta îro gelek stranbêjên bi eslê xwe kurd hunera xwe bi tirkî dimeşînin û ji bo qezencên şexsî difiroşin çapemeniya tirk. Ew stranbêjên bi eslê xwe kurd îro xwediyê beşeke girîng a çapemeniya tirk in. Car caran bi kurdî stranan parvedikin, lê qet nabêjin ew kurd in. Mînakeke vê yekê bêguman Îbo ye: "Dayê min kurd, bavê min ereb e. Lê ez tirk im, kurê tirkan im.″

Tinehesibandina muzîka kurdî ne tenê di dînamîkên civakî de veşartî ye. Gelek kanalên fermî û yên şexsî ên mezin ji ber sedemên prensîb cih nadin hunera kurdî. Lê car caran hunermendan dawetî bernameyan dikin, ew jî tenê du-sê stranên kurdî dixwînin û diçin.

Ev hê demeke kin e ku muzîka kurdî di çapemenî û raya giştî re tê vekirin. Çend studyo û kanalên taybet beşeke giran a bernameya xwe didin çand û hunera kurdî. Ne tenê li Tirkiyê: Navenda çend studyoyên herî mezin ên muzîka kurdî li derveyî welêt in (Almanya).[çavkanî pêwîst e]

Muzîka siyasî[biguherîne]

Wek ji bo hemû gelên cîhanê, muzîk ji bo gelê kurd jî nîşaneke girîng a hebûn û nasnameya wan e. Lewra muzîka kurdî pir caran ji bo daxwaz û armancên siyasî tê bikaranîn. Ji bilî marş û stranên derheqê şehîdên kurd û rojên girîng (wek rojbûyîn û roje girtina Ocalan, hwd.), gelek hunermendên ciwan tevlî gerîlayên PKK dibin û li serê çiyan li gorî şert û mercên çiyayî hunera xwe didomînin. Bi vî havî him bi rêya çekan, him jî bi rêya hunerê şer dikin.

Gelek stranên ku ji aliyê gerîlayan ve hatine nivîsandin, xwendin û kişandin di demeke kin de gihîştin mîlyonan. Car caran ew stran derheqê xweza û jiyana li ser çiyan, carina jî li ser azadî û rizgariya kurdan hatine nivîsandin. Çend stranên wiha ji bo govend kişandinê hatine amadekirin, lewra  ew stran di gelek şahî û dîlanan de tên xwendin. Xwezaya çiyan bi hebûna zozan û çeman bandoreke erenî didin ser muzîka wan.

Mixabin, gelek hunermendên şoreşvan ên jêhatî di şer de jiyana xwe ji dest didin; ew bi çûyîna dilovaniyê wek şehîd tên bi nav kirin û - wek Şehîd Sefkan, Serhad û Mizgîn - beşeke taybet di nava muzîka kurdî de digirin.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.smithsonianmag.com/people-places/Kurdish-Heritage-Reclaimed.html (Kurdish Heritage Reclaimed After years of conflict, Turkey's tradition-rich Kurdish minority is experiencing a joyous cultural reawakening. By Stephen Kinzer; Smithsonian magazine, June 2010)
  2. http://books.google.fr/books?id=stl97FdyRswC&pg=PA393&lpg=PA393&dq=hurrian+hymn+kurdish+music&source=bl&ots=uZVqMrfAC3&sig=hp9QGnNWZoqdVxoc0pl7SjyGDAA&hl=fr&sa=X&ei=T82XUZyaIcaxhAfilIDwCg&ved=0CF8Q6AEwCDgK#v=onepage&q=hurrian%20hymn%20kurdish%20music&f=false (Encyclopedia of the Peoples of Africa and the Middle East Par Facts On File, Incorporated)
  3. http://www.bookadda.com/books/kurdish-music-kamkars-kochari-koma-books-llc-1157109152-9781157109150 (Kurdish Music: The Kamkars, Kochari, Koma Deng Azad, Shams Ensemble, Tembr (Paperback) by Books Llc )
  4. http://www.mauspfeil.net/Kurdish_music.html
  5. http://www.reference.com/browse/arabian+music
  6. Al-Salihi, Nour-al-din: Die Musik in Kurdistan. Frankfurt, 1989
  7. Turgut, Lokman: Mündliche Literatur der Kurden in den Regionen Botan und Hekarî. Berlin 2011
  8. Kilam li hin herêman ji lawikên dengbêjan re tê gotin, belê kirmanckî de tê wateya stranê.