Muzafer Şerîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Muzafer Şerif hat beralîkirin)
Muzafer Şerîf
Jidayikbûn
Carolyn Wood Sherif Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

29 tîrmeh 1906 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16 çiriya pêşîn 1988 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Fairbanks Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Psîkolog li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Guggenheim Fellowship
  • APA Award for Distinguished Scientific Contributions to Psychology (1968) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Muzafer Sherif (Profesorê Xayîn), (jdb. 29ê tîrmeha 1910an li Îzmîr, Tirkiye - m. 16ê çiriya pêşîn a 1988an li Fairbanksa Alaska, DYA) yek ji avakerê psîkolojiya komî yê bi eslê xwe kurd e.

Muzafer Sherif li Tirkiyê bi navê "profesorê xayîn" tê binavkirin. Heya salên 90î navê wî li Tirkiyê qedexe bû, pirtûkê wî nedihate wergerandin û dûgela Tirk dixwast wî jibîrkirin bide.

Aforozkirina Profesorê Xayîn an Profesorê Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzafer Sherif ji ber ku komkujiya Dersîmê şermezar dike, serê wî bi dûgela Tirk ve dikeve belayê. Tê binçavkirin, gef lê kirin. Girtina helbestvanê Tirk Nazım Hikmet ji aliyê gelek ronakbîran ve tê protesto kirin, yek ji wan jî Sherif e. Ev çalakiya han dibe sedem ku Sherif ji Tirkiyê derkeve. Di salên 50î de ji Tirkiyê direve. Li DYA bicih dibe û dibe yek ji psîkologên navdar e dinyayê.

Bi taybetî li ser nakokiyên di nava koman ve bilî dibe. Projektek bi navê "Lêkolînên nakokiyan" dimeşîne û gelek keşfên nû dike. Miroveke lîberal bû. Di gotineke xwe de wiha dibêje: "Ez bi xwe kesekî komûnîst ji nînim, lê bawer dikim wekî Bozkûrt digot "ên Tirk nînin divê tenê ji me re xulamtiyê bikin", bingeh Kurd bûyîna min bû belayê serê min. Min sê caran xwast vegerim Tirkiyê, 60î. 70î û 80î de. Mixabin her sê caran jî li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbûn. Tirkiye ji bo lêkolînvanan kaneke girîng e. Bi navê "Tirk" tişteke xerîb afirandine, wekî Xwedayeke nepenî û êdî zora kesî bi vê Xwedayê nabe. Hergav bala min kişandiye. Min hêza zanistiyê jî naskir bi kirinên wiha. Kurdayetî wekî çîrokên bapîra min, him ji min dûr e, him wisa hezkiriyê dilê min e. Mixabin hîç bi Kurdî nizanim. Zimanê min ê sereke bûye Îngîlîzî...".

Mixabin, ji ber ku Sherif ne çepgîr û komûnîst bû, şoreşgerên Kurdan jî xwedî lê derneketin. Li Tirkiyê hêj nû pirtûkên wî tên wergerandin.

Wêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sherif, M., & Sherif, C. W. (1977): Experimentelle Untersuchungen zum Verhalten in Gruppen. *In Koch, J.-J. (Hrsg.), Sozialer Einfluss und Konformität. (S. 167 – 192). Weinheim und Basel: *Beltz Verlag
  • Sherif, M., & Sherif, C. W. (1969): Social Psychology (Int. Rev. Ed.). New York: Harper & Row.
  • Sherif, M., Harvey, O. J., White, B. J., Hood, W. R., & Sherif, C. W. (1961): Intergroup *conflict and cooperation: the Robbers Cave experiment. Norman: University of Oklahoma Book Exchange.
  • Sherif, M., White, B. J., & Harvey, O.J. (1955): Status in experimentally produced groups. American Journal of Sociology. 60, S. 370 – 379.
  • Sherif, M., & Sherif, C. W. (1953): Groups in harmony and tension. New York: Harper & Row.