Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Îdris Barzanî (bi kurtî: Nêçîrvan Barzanî) serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Herwiha endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzani ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966 ê de ji dayk bû. Dema di sala 1975ê de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê, şoreşa Îlonê, li hev kir û bi biryareka siyasî bo demkê kurt serokatiya şoreşê, şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wêrê li unîversîteya Teharanê, fekulteya zanstên siyasî xand.
Bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî endamê polîbîroya KDP ê bû û roleka gelek mezin di nav tevgera rizgarîxaza Kurdistanê de hebû û her ji zarokîniya xwe di nav refên şoreşê de bû mil bi milê pêşmergan mezin bibû. Dema Îdrîs Barzanî wefat kir, Nêçîrvan Barzanî mecbûr bû xandina xwe birêve bihêle û beşdariyê di şoreşê û şerê çekdarî de bike.
Nêçîrvan Barzanî zû di nav refên pêşmerge û şoreşê de pêşket û berpirsiyariyên mezin dan ser milên xwe. Her jiber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989 de bû endamê polîtbîroya KDP ê. Di sala 1996 ê de bû cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Di sala 1999 ê de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ( kabîna çarê). Di 7-5-2006 ê de bû serokê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî.
Di bin serokatiya wî de hikûmeta herêma Kurdistanê simayê hikûmeteke binemaleyi, gendel û xizmeta binemala Barzaniyan wergirt. Ew diwê hewlê de bû, nimûna Tirkiya Mustefa Kemal Ataturk bihênete Kurdistanê, ku civateke gendel bertîlxwer, paşkeftî û aşaîrî ava bikê û her wisa jiyana kesên dewr û berê xwe xweştir bikê, herêma Kurdistanê bi avakirina hotêl û firoşgehên modern, û sîstema siyasî û aborî ya herêma Kurdistanê têxê bin kontrola binemala Barzan û dewleta qanûnê pûç bikê, ew di dereca yekê de giringî dida pêşveçûneke kû Stembol Bêrûd û Dubaî nimûne û neynik bûn, binpêkirina mafên mirovan û kuştina jinan ya mişe bû, desthilata wî mezintirîn asteng bû lipêş geşepêdana îndustriyê, pêşxistina demûdezgehên hikûmetê û giringîdan bi warê perewerdeyê.
Nêçîrvan Barzanî bi keça serokê herêma Kurdistanê re zewicandiye û du zarokên wî hene (Raniya û Îdrîs). Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê farsî jî baş dizane, her wisa erebî û îngilîzî jî dizane.
Nêçîrvan Barzanî ji siwariya hespan, melevaniyê, ji cil û bergên qoz, tirimpêlên bûha û seetên Swîssrî hez dikê, gellek kêfa wî bi qûmarê têt, zû zû diçê casinoyên Monaco û Qubrisê, herwusa ji hilkişiyana çiyan bi pêşmergeyan re hez dike.
[biguherîne] Çavkanî
| Li Wikimedia Commons medyayên di warê Nêçîrvan Barzanî de hene. |