Nîdîntu-Bêl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nîdîntu-Bêl (mirin: B.Z. 522) navê serhildêrekî babîlî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Babîlê serî hilda bû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Kîn-Zêr. Herwiha weke Nebukadnezar III jî tê zanîn. Serhildana Nîdîntu-Bêl ji aliyê Daryûs ve têk diçe û ew tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Nîdîntu-Bêl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ″Û zilamekî Babîlî yê bi navê Nîdîntu-Bêl, kurê Kîn-Zêr, li Babîlê serhildanek da destpêkirin: wî ji mirovan re derew kir û digot, Ez Nebukadnezar im, kurê Nabunaîta[1]. Piştre hemû satrapiya Babîlê li pey Nîdîntu-Bêl çû, û li Babîlê serhildan pêk hat. Wî keyaniya Babîlê zemt kir. (3'yê kewçêra, 522'an) ″
  • ″Şah Daryûs dibêje: Piştre ez li dijî Nîdîntu-Bêlê ku digot ez Nebukadnezar im, têkoşîm. Artêşa Nîdîntu-Bêl Dîcle ango tîgra girtibû; li wir cihê girtibû, û derdora avê ji bo derbasbûnê ne gengaz bû. Min di cih de , li ser çermên werimî piştgirî da artêşa xwe, yên din li ser hêştiran û ji bo yê mayîn jî min hesp anîn. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda me Dîjle derbas kir. Piştre min artêşa Nîdîntu-Bêl bi tevahî tarûmar kir. Di bîst û şeşê meha Âçiyâdiya de (13'ê berfanbara 522'an a BZ) em ketine şer.″

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nivîskên Bêstûnê, ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2011

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]