Nîhat Yusufoglu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Afîşeke banga xwepêşandana piştgiriyê li dû kujtina Nîhat Yusufoglu bi destê neonazîstan

Nîhat Yusufoglu yan bi navê fermî yê bi tîpên tirkî Nihat Yusufoğlu, (jdb. 1974 - m. 28'ê berfanbarê 1990 li Hachenburg, Rheinland-Pfalz, Almanya) penaberekî kurd bû ji aliyê rastradîkalên nazîst-skinhead ên alman ve hat kujtin.

Malbata Nîhat ji ber pêkutiyên dewleta Romê (Tirkiye) reviyabûn, xwe spartibûn Almanyayê. Serî li mafê penaberiyê dabûn. Apekî Nîhat û bapîrê wî ji aliyê dewleta tirk ve hatine kujtin. Ji ber zilmê reviyabûn.

Beriya cinayetê malbata Nîhad ji aliyê naziyan ve hatine geflêxwarin. Malbatê gilî kirine lê ne saziyên almanan, ne jî balyozên tirkan xwedî li wan derketine.

Di 28'ê sermawezê 1990'î de 6 rastradîkal û skinhead li ber deriyê wan Nîhat diqefilînin. Heya birayê Nîhad tê hawarê bi kêran Nîhad dikujin. Tişta xerîb ew e ku komên nazîstan vê kujeriyê bi agahiya "me tirkekî barbar kujt" didin belavkirin. Kesê kêr bikaraniye dibêjin Alexander T. bûye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Artikel in der Rhein-Zeitung zur Demonstration am 20. Jahrestags der Ermordung Nihat Yusufoğlus ([1]) (almanî)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Uli Jungbluth: Durch den Rücken in die Herzkammer. Rechtsextremismus und pädagogisches Handeln - Ji piştê heya nava dilê. Rastradîkalî û nojdariya pedagojîk, Fölbach, Koblenz 1991, ISBN 3-923532-11-3. (almanî)
  • Bernd Siegler, Oliver Tolmein, Charlotte Wiedemann: Der Pakt. Die Rechten und der Staat - Hevpeyman. Rastgir û dewlet, Verlag Die Werkstatt, 1993, Seite 83-84. (almanî)