Nîvgirava Sîna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nîvgirava Sîna, Kendava Suweyş, Kendava Eqeba ji ezmen de
Sîna

Nîvgirava Sîna an Sîna (Erebîya Misir: sina سينا; Sinin di zimanê semîtîk, yahûdî: סיני Si-nai) nîvgirava navbera Derya Navîn û Derya Sor de li sînorên Misir de dimê ye. Rûerda wê nêzî 60,000 km².

Erdnîgarî[biguherîne]

Ew li rojava bi Kanala Suweyş li bakur-rojhelat bi sînora Îsraîl û Misir sînor kirî ye. Ew li başûr-rojhava Asya dikeve.

Nîvgirava Sîna bi gelemperî çiayayî ye. Li wan Çiyayê Katerîna çiyayê herî bilindî Misirê ye.

Dîrok[biguherîne]

Demên pêşin de li Nîvgirava Sîna Monituyan bicih bû bûn.

Di demên nêzik de, di navbera 1260 û 1518an de Memlûkan Misir kontrol kir. Ji pê împaratorê Osmanan Selîm Cenga Mercîdabik û Rîdanîye de bin xistin re ew dera keta kergara Osmanan. Ji pê wê de heta sedsala 20'an ew dera wek Paşatiya Misir di kergara Împaratoriya Osmanî de ma. Di 1906an de derbaza Împaratoriya Brîtanî bû.

Di 1948an de Misirê li ser Sîna re êrîşa dewleta nû saz kirî Îsraîlê kir. Di Dema Cenga Ereban û îsraîl de îsraîl keta bakur rojavaya nîvgirava Sîna. Lê bi çap kirina Emerîka û Îngîltere re li Sîna şunda vekişî bû. Ji pê Peymana Armîstîka 1949 (Armistice Agreement) di 1949 re wek Şirîta Gaze bi sînora Îsraîl û Misir be şunda derbaza Misir bû.

Di 1956an di Krîza Suweyş de îsrailê bi alikariya dijwarên Fransa û Îngîltere ve çend rojan de Sîna dagir kir. Çend mehan şunda îsraîlê bi çap kirina Rûsya Emerîka leşkerên xwe şunda vekişandin.

Di 1967an de Cenga Şeş Rojan de îsraîl şunda kontrola nîvgiravê dest xwe xist û Kanala Sûweyş giritn.

Bi dawî di 1979an de pê paymena navbera Misir û îsraîl re sîna şunda hundura zakên Misir bû.

Bibîne[biguherîne]

Girêdanên Derve[biguherîne]